Nadim Zehawî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nadim Zehawî
Roja jidayikbûnê 2'ê pûşperê 1967
Xaneqîn
Hemwelatî Brîtanya
Eslê xwe Kurd
Destûrname University College London
Pîşe Siyasetmedar, Endamê Parlemenê
Malper www.zahawi.com

Nadim Zehawî sala 1967'an de li bajarê Başûrê Kurdistanê, Xaneqînê, ji dayikbûye. Di sala 1970'an de ji ber zulma Saddam bi tevî malbata xwe koçberî Brîtanya, Stratford -upon- Avonê kirine.

Nadim li wî bajarî tev li politikayê dibe. Nadim sedî 51.5 dengên bajarê Stratford -upon- Avonê bidestve dîne û dibe nûnerê wî bajarî yê Partiya Parêzgaran (Conservative Party).

Beriya ew dest bi karê politikayê bike, Nadim Zehawî bazirganekî serkeftî bû. Ew di sala 2000'an de Rêveberê Giştî yê şîrketa YouGov bû,[1][2] ew ajanseke online ya taybet bi lêkolînên warê aborî û siyasî ya Brîtanyayê û baştirin şîrketên ji bo encamdana rapirsiyên siyasî li Brîtanyayê. Nadim kurdên yekemine yê ku dîroka Brîtanyayê de dibe endamê Parlemena Brîtanyayê.[3] Ew li ser lîsta Partiya Parêzgaran (Conservative Party) a ku di bin serokatiya David Cameron de ye, bi ser dikeve û dibe parlementer.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]