Namık Kemal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Namık Kemal, bi azerî Namiq Kamal

Namık Kemal, Namiq Kamal, navê rastî Mehmed Kemal (* 21'ê berfanbarê 1840, Tekirdağ (Combos); † 2'ê berfanbarê 1888 li girava Xîos), helbestvan, nivîskarekî osmanî bû. Bandora wî li Genc Tirkan, neteweperweriya romiyan (tirk) dibe.

Jiyan[biguherîne]

Kemal, di malbateke zadegan de tê jiyanê. Di zaroktiyê de fêrî zimanên erebî, farisî, fransî dibe. Bo hikûmeta osmanî karê wergeriyê dike.

Helbestên wî yên pêşîn di stîla klasîk a dîwanê de ye. Paşê İbrahim Şinasi dixwîne, dikeve bin bandora nêrîn û çanda rojavayî. Sala 1865 dibe xwediyê rojnameya Tasvir-i Efkâr. Berhemên Victor Hugo, Jean-Jacques Rousseau û Charles-Louis Montesquieu werdigerîne romî (tirkî), wan bi osmaniyan dide nasandin. Demekê rojnameya Hurriyetê (ne ya niha) jî dertîne.

Demekê li sirgûnê dimîne, li vegerê, rojnameya „Îbret“ê dertîne. Di heman demê de çîrokên şanoyê û komediyê jî dinivîsîne. Hêdî hêdî dibe mîzahnûseke navdar. Piştgiriyê dide komeleyên Masontiyê.

Çavkanî[biguherîne]

  • Nermin Menemencioğlu; Namık Kemal Abroad: A Centenary; in: Middle Eastern Studies, Vol. 4, No. 1 (Oct., 1967), S 29-49 (îngilîzî)
  • Vaterland oder Silistria!: Ein Theaterstück in vier Akten, Manzara Verlag, Darmstadt 2010 ISBN 978-3-939795-04-9 (almanî)

Girêdan[biguherîne]