Tirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tirk, rom
TurkishPeople.jpg
Gelhe (kom)
~76.633.936
Gelhe li gor herêman

  Tirkiye 65.000.000
  Azerbaycan 43.400
  Îraq 500.000 - 3.000.000
  Sûrî 300.000
  Ûzbêkistan 200.000

  Almanya 3.500.000
  Fransa 500.000
  Keyaniya Yekbûyî 500.000
  Bulgaristan 900.000
  Holenda 400.000

  DYA 600.000
  Kanada 6.000
Ziman û ol
Ziman Tirkî
Ol Îslam (sunîtî, şiîtî, elewîtî)

Tirk an carina rom (bi tirkî: Türk) navê kesên tirkîaxiv ên ku bi taybetî xelkê komara Tirkî (Tirkiye) ne. Tirk bi eslê xwe ji Asyaya Navîn in û zimanê wan bi xelkên tirk ên din wekî azarî, turkmen, tatar, ûzbek, uygur, yakut û hwd ve girêdayî ye.

Kurd wan bi navê rom û roma reş jî binav dikin. Tê gotin ku ev ji bêjeya Roma tê û ji ber ku li rojavayê kurdan bi hezaran salan romayî û dûvikên romayiyan jiyane, kurdên ku li rojava bijiya jê rê gotine rom. Herwiha heya 100 sal berê jî peyva tirk nedihate bikaranîn û ev jî bûye sedem ku kurd bêjin rom[1]. Rêxistinên polîtîk ên kurdan ji ber ku di bin fîlozofiya "biratiya tirk û kurd" têdikoşiyan xwastin binavkirina rom ji holê rabe û di hemî xebatên xwe de hewla wê dan.

Dîroka bêjeya tirk (türk)[biguherîne]

Bingeha koçerên Asyayê yên ku hatin li Anatoliya û Mezopotamyayê bicihbûn, digihê dîroka mongol û çîniyan. Bi wan re him ji aliyê etnîk, him jî ji aliyê ziman ve lêzim (têkildar) in. Li Tirkiyeyê bi romî wekî "Türk, Türkler" tê binavkirin ku ev jî ji destpêka sedsala 20em e. Berê binavkirin bi vî rengî kêm dihat bikaranîn an zanîn. Di dema Împeratoriya Osmaniyan de bêjeya "tirk" wekî heqaretkirin jî dihate bikaranîn. Kesên bi eslê xwe tirk bûn hinde dişibiyan mongolan û ji wan re "Etraqî bî îdraq" (ango qewmê bê fehmkirin) digotin.

Bi têkçûna Osmaniyan di dema şerê cîhanî yê yekem de, tevgerên neteweperestî xwe dida pêş û her gel û ber li çareya serê xwe digeriyan. Di wê demê de tevgera romiyan (bi romî: Türkçülük) jî xwe birêxistin kir û di her warê jiyanê de ji dêvla bêjeyên wekî osmanî, misilman, yörük, Asya göçeri, Tahtacı û hwd bêjeya "tirk" hate serdestkirin. Tê gotin ku kesên bi eslê xwe tirk in li Tirkiyê li dora 10 milyonî ne û yên din ne tirk in lê hatine tirkandin. Tirkên xas ji aliyê fîzîkî ve dişibin mongol û tataran. Bo mînak çavên wan hinde vekişkişîne. Porên wan reş û rengê wan hinde tarî ne[çavkanî pêwîst e].

Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê ve hebûna hemî gelan hate înkarkirin û herkes kirin tirk. Li çêkirina neteweyek bi navê tirk geriyan, zimanek bi navê tirkî, dîrokek bi navê dîroka tirkan geriyan û biserketin jî. Ji gelên Balkan û qefqaziyan bigire heya kurd û ermenî û ereban tirkbûna mirovan pejirandin û neteweya tirk wiha jidayîk bû[çavkanî pêwîst e].

Ol[biguherîne]

Pirraniya tirkan misliman in û ji aliyê mezhebê sunî ve ne. Herwekî elewî jî hene. Ji ber ki heya van nêzîkandi hejmartinan de statîstîkên etnîsîte û baweriyan bi dizî dihate girtin, hejmarê jî sedî sed kes nizane.

Belavbûna romî û tirkan[biguherîne]

Gorî gelekan hejmara romiyan li Tirkiyê li dora 10 milyon e[çavkanî pêwîst e]. Bi tevî berên din ên asyayî, qefqazî, balkanî û yên din, bi kurtî ji xeynî kurdan hejmara wan digihê 55 milyonî[çavkanî pêwîst e]. Li Tirkiyê herwekî gelek jî ereb dijîn. Dîsa li Ewropa, DYA, Awistralya, Qibris û hwd jî li dora 3-4 milyon kesên xwe bi navê "tirk" binavkirî dijîn.

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/6318NS7EAD.pdf (li gorî pirtûka rêzimana kurdî, ji Rojer Lescot û Kamuran Bedirxan, rûpela 348, peyva "Rom an Rûm" gelek kevn, ji ber ku ev peyv li helbesta Ehmedê Xanî tê dîtin. "Kurmancî ye bûye şibhi bircan Ev Rûm û Ecem bi wan hisar in", dema helbest 1690/1700)