Odeya nivînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Odeya nivînê, ji Panamayê

Odeya nivînê, mezela nivînê, nivîngeh an ji xewgeh, odeya yan cihê ku lê tê nivisandin, xewtin (raketin, razan), pal dan e. Odeyên nivînê bo armancên din jî dikarin bên bikaranîn.

Di pirraniya malên îro de odeyên raketinê hene. Li Kurdistanê her malek diviyabû ji xeynî odeya parcotan (mêr û jin) û zarokan, diviyabû odeya mêvanan jî heba. Odeya mêvanan ji hemî odeyên din baştir dihat xemilandin.

Hin ji odeyên raketinê (razanê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di odeyên parcotan de pirranî nivînên parcotan, kincdank an camedan, komodîn, dexîloka kincan, lambe ûêd hene.

Dema mirov behsa odeyên nivînê dikin, berê li Kurdistanê odeyên mêvanan dihate bîra mirov. Lê îro pirranî odeyên parcotan, odeyên mêr û jinan tên bîrê.