Otîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Otîstîzm bi Grekî tê wateya "xwe, xwetî, xwe bi xwe". Pirsgirêkeke kûr ê gihîştinê, mazinbûnê ye. Di psîkologiya zarokan de cihekê xwe yê girîng heye. Zarok têkiliyên xwe bi derve re biriye, naaxive, bala xwe nade bûyerên li devedora wê pêk tên, li dibistanê bipaşketiye, bersîvan nade pirsên mamoste hwd.

Cara yekemîn psîkiyatrîstê Swîsreyî Eugen Bleuler, di sala 1911´î de ev nav bikaraniye û wekî bingeha nexweşiyên şîzofrenî dîtiye. Leo Kanner, Hans Asperger, Lorna Wing hwd li ser otîstîzmê xebatên mezin kirine û wê ji şîzofreniyê veqetandine. Ji ber ku zarokên otîstîk nahêlin bersîvan bidin, pirr caran wekî kêmhişan tên dîtin, lê ev nerast e.

Li ser sedemên nexweşiyê, rewşa ji dayikbûnê pirr balkêş e. Ango ji dayikbûn bêî problem pêk hatiye an na. Rewşa malbatê ya sosyal, xebata zarokan ji bo aboriya malbatê, psîkotraûma , rewşa gihîştina motorîk, kêmasî di organîzmê de hwd balkêş in. Zarok 10-12 mehî de bi otîstîzma zûtir dikeve lê ev ne ji hemî zarokan e. Bi pirranî di 3 saliyê de destpê dike.

Pispor balê dikişînin rewşa germî ya malbatê. Dîvê di malbatê de germiya hezkirinê û têkiliyên hestî hebin. Ji bo tedawiya otîstîzmê ergoterapî ciheke girîng digire. Herwekî întegrasyona sosyal, psîkoterapî û dermanên bijîşkî tên bikaranîn.