Şîzofrenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şîzofrenî, ji Grekî tê. Wateya wê parçebûna kesayetiyê ye. Yek ji nexweşiyên psîkologîk ji grûba psîkozan e û karê psîkiyatriyê ye. Di ramane, tevgerê û fonksiyonên mêjî de xirabûn, parçebûn e. Di beşa psîkiyatriyê de cihekê xwe yê girîng heye û tedawiya wê pirr dijwar e.

Cara yekemîn di sala 1907´î de ji aliyê psîkiyatrê navdar ê SwîsreEugen Bleuler hatiye binavkirin. Afirandina ramanan, têkiliyên di navbera fonksiyonên kesayetî û hişarê, rewşa hestan hwd parçe parçe bûye. Nexweş êdî bi zimanekê taybet diaxive. 80 % şîzofrenîk halûsînasyonan dibihîsin û dibînin. Raman û baweriyên paranoîk pirr in.

Zanîst di wê baweriyê de ne ku bingeha vê nexweşiyê di ciwaniyê de tê avêtin. Sedemên wê yê genetîk hene lê epîlepsî, alkolîzm û raxwarina madeyên wekî eroîn, haşhaş, nexweşî tûmor û darbeyên di mejiyê de girîng in. Nexweşî di mêran de zû (12-13 salî), di jinan de dereng (40 salî) xwe dide der. Lê nexweşî di demeke dirêj de digihîje û heya mirov biçe bijîşk hinekê dereng dikeve. Zanîst di wê baweriyê de ne ku hormonên jinan di vê cûdatiyê de rolekê dileyîze. Dîsa jî binexweşketina mêr û jinan wekî hev in. Ji 10-15 % û pirraniya wan jî mêr di vê nexweşiyê de xwe dikujin. Pirr kêm be jî bi zarokên wekî 8 salî de jî hatiye dîtin. Tesbîtkirina vê nexweşiyê hinek tevlîhev e. Bo mînak otîstîzm a zarokan hin caran bi şaşî dibe tirsa şîzofreniyê lê nerast e.

Ji 5-10 % zarokên şîzofrenîkan bi heman nexweşiyê dikevin. Ev selefa han di cêwiyan de 45 % e. Kesên ku di dema ji dayîk bûnê de tûşî zehmetiyan bûne û di zaroktiya xwe de darbe li serê wan ketine yan qeza derbaskirine divê biçîn cem bijîşk û xwe kontrol bikin. Hinek vîrûs jî roleke mezin dileyîzin (Herpes simplex Tîp II, Influenza û vîrûsa Borna). Kesê li bajaran ji dayîk bûne ji yên li gundan bûne bêhtir bi vê nexweşiyê dikevin. Herwekî jiyana sosyal bandoreke mezin li destpêka nexweşiyê dike.

Sîmptomên şîzofreniyê[biguherîne]

Helbet şîzofrenî navê grûbeke nexweşiyan e gelek sîmptomên wan hene lê yên balkêş ev in:

  • Ji jiyana sosyal dûrketin
  • Qelsketin an parçebûna hestan
  • Guhertin di baldariyê de
  • Guhnedayîna paqijiyê
  • Di axavtinê de guhertin û xirabûnên berbiçav
  • Pirsgirêkên raketine, xewê
  • Jarketina laş

Cureyên şîzofreniyê[biguherîne]

Mixabin tedawiya vê nexweşiyê dijwar e. Li klînîkan bi salan tedawî dibin û gorî statîstîkan tenê 33 % şîzofrenîk bi temamî sax bûne heya niha. Di tedawiyê de bi pirranî metodên psîkiyatrî, derman û întegrasyona sosyal tê bikaranîn.