Pandora

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pandora
Πανδώρα Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • (bav)
  • (dê)
Hevjîn
Zarok
  • Pîrra Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanEpîmêteûs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pandora (yewnanî: Πανδωρα) di mîtolojiya yewnanî de jina yekem hatiye afirandin. Ji ber wê ew bê dê û bê bav bû. Wateya navê wê "diyariya hemû xwedawendan" e. [1]

Afirandina Pandorayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peywira afirandina mirovan dabûn Promêteusê. Piştî afirandina wan Promêteus qedera ku ji aliyê Xwedawendan da dabûn mirovan razî ne bû. Divê ji bo wan tiştekî bikira. Melheze kir ku agir dikariya wan ji vê qedera ne baş bifilitîne. Ji bo ku agirê bidize çû atolyeya Atênê û Hêfestosê li Çiyayê Olîmpê. Ji wir agirê dizî bire mirovan xêra agirê mirov dest bi pîşeyê metalan jî bûn.[2]

Piştî dizîn agirê Promêteûs ji hêla Zeusê ve hat cezakirin. Ew pê zincîrekî ji zinarekî re hat giredan û eyloyek jî her roj dihat kezeba wî ya reş dixwar. Lê Zeus piştê bikaranîna agirê dixwast ku neqenciyek ji bi de mirovan ji ber wê ferman da Hêfestosê Pandorayê çêke. Hêfestos ji ax û avê Pandorayê çêkir. Her xwedawend diyariyek da Pandorayê wisa oxir kirin. Atênê ji wê ra zineatên hûr nîşan da û cilekî ji zîvê diyarî kir, Afrodîtê ji wê re afirandina daxwaz û şehwetên bi şewat nîşan da, Hermes jî ji wê ra kesayîtekî diz û eqlê kuçikê nîşan da û derew û peyvên qurnazî tije kire singa wê.[3]Xarîtan û Peitho jî wê pê zînetan xemilandin. Hêfestos benporkekî zêr serê wê girê da. Bi dawiyê jî da Hermes navê wî da u got Pandora. Elbikekî jî dane destê wî û hişyarî dane wî ku wê elbikê veneke ew lîteratûrê da wek Elbika Pandorayê tê zanîn.

Pandora û elbika wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwedawendan Pandorayê piştî wan amadekariyan şandin ba Epîmêteûsê birayê Promêteûs. Epîmêteûs dizaniya diyariya Xwedawendan nayê redkirin. Wê kire mêvan û demekî şûnde ji wê re zewicî. Keça wan Pîrra hate dinê. Demekî şûnde Pandora nekarî tatêla xwe têk bibe çû elbikê vekir, di nav elbikê da nexweşî, xirabî, bêehlaqî, îzayi hemû derket belavê rûyê erdê bû. Peşbinî hate cihê xwe, cudahiyên di nav mirov û xwedawenda dîsa zêde bû.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ (80) Works and Days (en)-Hêsîodos
  2. ^ a b Cartwright, Mark. "Prometheus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 adar 2023.
  3. ^ The Poems of Hesiod. University of California Press. 1 tebax 2017. ISBN 978-0-520-96622-2.