Epîmêteûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Epîmêteûs (Yewnaniya kevn: Επιμηθευς) di mîtolojiya yewnanî de birayê Atlas û Promêteûsê ye. Ew ji çar zarokên Îapetos û Klîmenêyê ye. Heman demê de ew mêrê Pandorayê ye jî. Wateya navê wî pişt re tê bîra wî ye.[1]

Pandora dîyarî dide Epîmêteûs

Ew jî wek zarokê Iapetosê her tim serhildêrê Xwedawendên Olîmpîyê ye û her tim bextê reş pêsîra wî bernedaye. Taybetiyên wî yên herî zanîn ew e ku ew her tim şîretan bîr dike, karên xwe bê hizr çêdike. HêsîodosEpîmêteûsa mejî belaw bi nav kiriye.[2]

Mîta Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Afirandina Faniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirov û ajal ji bin axê derketin ji dinyayê ne amade bûn. Divê ew bihatana xemilandin ji bo hewcehiyên dinyayê. Hinekan re pirç, hinekan re bask, hinekan re çermên stûr lazim bû. Ev peywira xemilandina faniyan dane Promêteûs û Epîmêteûsê. Epîmêteûs gote birayê xwe ez ê kêmasiyên wan biqedênim tu jî were kontrol bike. Epîmêteûs wek hewcedariya wan hinekan re hêz da, hinekan re çek da, ji bo parastina wan çareyan dît. Xwezayê pir xweş xemiland.

Her tiştî baş dixûyiya lê Epîmêteûs xemilandina mirovan ji bîr kiribû. Mirov ne pêxwas, tazî û bi çengên bê hêz bûn. Epîmêteûs şaş mabû, birayê wî Promêteûs hat kontrolê. Mirov ne hatibûn xemilandin û demê derketbûna wan jî nêzîk bibû. Promêteûs vê yekê qebûl nekir ji kargeha Hêfestosê agirê ji bo mirovan dizî. [3]

Pandora û Epîmêteûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî dizîna agirê ji bo mirovan Zeus gelek aciz bû, ji bo hêzên mirovan dîsa kêm bike fermana çêkirina Pandorayê da. Xwedawend li aliyê Pandorayê kom bûn, taybetiyan û zînetan dane wê. Hermês wê bir Epîmêteûsê.

Promêteûs birayê xwe re şîretan kiribû, gotibû tu caran diyariyên xwedawendan qebûl neke lê Epîmêteûsê hişsivik vê yekê bîr kir, Pandorayê qebûl kir. Pandorayê elbika xwe vekir, hemû nexweşî û xirabî belawê di nav mirovan bû.

Keçekî Pandora û Epîmêteûsê çêbû, navê wê Pîrra bû. Li gorî hinek nivîskaran faniya yekem Pîrra ye. [4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.theoi.com/Titan/TitanEpimetheus.html
  2. ^ (507) Teogonîa - Hêsîodos
  3. ^ (320c)-(322a) Protagoras/Platon
  4. ^ (142)Pseudo-Hyginus, Fabulae