Plûton

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pluto hat beralîkirin)
Plûton

Plûton[1] an 134340 Pluto (nîşanan: ⯓[2] an ♇[3]) ji aliyê dûrbûna ji rojê ve nîvgerstêrka herî dawî ye. Yek ji exterên Roja me dihate zanîn. Van salên dawiyê gerstêrbûna wê dihate guftûgokirin. Gorî destkeftiyên astronoman ên nû Plûton ne gerstêrk lê nîvgerstêrk e[çavkanî hewce ye].

Tê payîn ku navê Plûtonê ji lîsteya gerstêrkan derbikeve wekî kevir û geranokên valahiyê were binavkirin. Herçendi civîna herî dawîn a astronoman a li Pragê pêk hat, biryara negerstêrkbûna Plûtonê daye jî, hêj ev biryar belav nebûye. Navê wê yê nû 134340 ye. Lewra geranok û kevirên valahiyê wisa tên binavkirin. Pênc peykên wê hene Xaron, Stiks, Niks, Kerberos û Hidra.

Agahiyên Plûtonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kalîbreya ekvatora Plûtonê: 2.300 km
  • Dûrbûna wê ji Erdê: 4,9 milyar km
  • Saleke Plûtonê: 248 sala Erdê
  • Hişkiya axa wê: 2 carî avê ye
  • Germahîya rûbera (setha) gerstêrka Plotonê, 228 dereceya Santîgrad li jêr sifrê ye.
  • Ya balkêş ew e ku ji dema jidayikbûna Galîle heya niha, hê Ploton, 2 sala xwe neqedandîye û 2 car li dora Tavê negeriyaye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www1.mmo.org.tr/resimler/dosya_ekler/2488b6b925131b1_ek.pdf
  2. ^ JPL/NASA (22 nîsan 2015). "What is a Dwarf Planet?". Jet Propulsion Laboratory. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2022.
  3. ^ John Lewis, edîtor (2004). Physics and chemistry of the solar system (Çapa 2). Elsevier. r. 64.