Behram (gerstêrk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Behram Mars symbol.svg
Mars-Schiaparelli.jpg
Behram (1980)
Taybetmendiya rêgehê
Rojdûrk 249,209,300 km
1.665 861 PA
Rojnêzk 206,669,000 km
1.381 497 PA
Gera li dora rojê 686,9601 roj
Hevrêzbûn bi erdê re 779,9643 roj
Taybetmendiya fizîkê
Nîveşkêla ekwatorê 3,396.2 ± 0.1 km
0.533 (Dine 1)
Nîveşkêla cemseran 3,376.2 ± 0.1 km
0.531 (Dine 1)
Dahatîbûn 0.005 89 ± 0.000 15
Rûpîvan 144,798,500 km²
0.284 (Dine 1)
Qeware 1.6318 × 1011 km³
0.151 (Dine 1)
Bariste 6.4185 × 1023 kg
0.107 (Dine 1)
Rakêşa wê serê 3,711 m/s2
Gera li dora xwe 24,62 saet
Hişkiya axa xwe 3.9335 ± 0.0004 g/cm³
Têhna ser rûyê  kêm
186 K
nîvekî
210 K
zêde
293 K
Taybetmendiya atmosferê
Pestoya atmosferê 0.636 (0.4–0.87) kPa
Elementên sereke * Duanoksîda karbon: 95,32 %

Behram an Mars an jî Merîx yek ji her neh gerstêrkên (exterên, planêtên) pergala (sîstêma) Rojê ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên Tîr (Merkur, Ettarid), Gelawêj (Venus, Zuhre) û Cîhanê (Dinyayê, Erdê) gerstêrka çaran e. Ew jî 227,9 milyon km ji rojê dûr e.

Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Phobos (fobos) e û ya din Deimos e.

Dîrok[biguherîne]

Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê Nergal (Babîl) û Ares (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.

Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne.

Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di zivistanê de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin.

Keştiyên gerdûnî, yên li ser danîne gelek informasionên nû û hêja ji Zemînê re şiyandine. Lê pirsa mezin a "Gelo tu formên jiyanê li ser Behramê hene an na" hîn ne bi erê û ne bi na hatiye bersivandin. Tiştê xuya ew e, ku tu formên jiyana bilind li ser vê gerstêrkê nîn in. Dibe, ku formeke jiyana prîmîtîv di destpêkê de hebe, wekî bakteriyan û şîniyên yekşanik. Lê heke bi tenê bakterî jî hebin dîsa wê li pir pirsên fîlosofî û olî bi dîtineke din were nerîn. Gelo di gerdûnê de em bi tenê ne? Gelo di nav milyonên gerstêrk, stêrk û galaksiyan de tu kaniyên jiyane yên din nîn in? Tîna mirov naşikê ta ku bersivê nestîne.

Çavkanî[biguherîne]