Qelencux, Gimgim

Qelencux
Kalecik
Qelencux li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qelencux
Qelencux
Koordînat: 39°8′39″Bk 41°20′40″Rh / 39.14417°Bk 41.34444°Rh / 39.14417; 41.34444
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.520 m (4990 ft)
Nifûs
 (2010)
300[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Qelencux, Qelinçûk, Şawêrana Kevn, Gundê Mala Swêr (bi romî kirine: Kalecik) gundekî girêdayî Gimgim a Mûşê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya ku Tirk navê gund biguherînin û bikin bi tirkî, pirranî navê Gundê Mala Swêr û beriya wê jî Şawêran (Kevn) dihate bikaranîn. Bi bandora tirkî niha pirranî Qelencux an Qelinçûk tê gotin. Gundî ji êlên Ezdînî, Moxilî û Axayan in (bu tesîra tirkî Axler dibêjin).

Şawêran navê mêrxas û olzanek e. Malbata wî li herêmê desthilatdar bûye. Palasa wan û bo parastinê jî keleyek wan hebûye. Dibe ku bi mîrîtiyên berê yên Kurd re têkiliya wan hebe. Gund navê xwe ji wî digire. Goristana wî li daristana Şawêranê ye ku heya niha jî darên wê daristanê pîroz tê dîtin. Bi texmîni ew şehîd ketiye. Gund li cihekî stratejîk e. Lewra jî di serîhildanên Kurd, şerê Osmanî-Rûsan de bûyerên girîng li vir pêk hatine. Dewleta Romê ji ber keleha Şawêranê, navê Kalecik (ango keleha biçûk) dane vî gundî.

Wextekê ji gund re Gundê Mala Swêr (dibe ku Siwar an Sor be û nav hatibe tewandin) digotibûne. Ev êl ji aliyê Botanê hatine. Dûv wan re Mala Feqîr hatiye bicih bûye. Mala Feqir bi zêran axê ji Mala Şeşo dikirin ku ew malbat jî diçin aliyê Mûşê. Dewlet dixwaze êl û malbatên gund bike dijmin lê biser nakeve.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

12 km ji Gimgim, 65 km ji Mûşê dûr dikeve. Nêzîkê gundên Goma Gorgol, Rindalyan, Hebîban e. Di ber devê avê de ye. Bi havînan derdikevin zozanên Çiyayê Şerevdînê. Daristanên mezin hebûn li dora gund, mixabin niha li ber tunebûnê ne.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aboriya Qelencuxê bi giranî li ser xwedîkirina ajalên malê û alîkariyên koçberbûyan e. Lewra ji ber şer û xizaniyê, şêniyên vê gundê jî mecbûr mane bar bikin an bo xebatê herin bajarên Tirkiyeyê. Gundî ji girtina masiyan û firotina wan jî pere qezenc dikin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2010 300
2008 301[2]
2000 240[3]

Wargehên balkêş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navdarên Qelencuxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2010
  2. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Yerelnet, Kalecik, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 gulan 2011