Rên
| Çemê Rên | |
|
Çemê Rên pêşiya bajarê Düsseldorf (Almanya)
|
|
| Cih | |
| Herêm | Rojavayê Ewropayê |
|---|---|
| Dewlet | Swîsre, Awistriya, Fransa, Almanya, Liechtenstein û Holand |
| Taybetî | |
| Dirêjayî | 1.320 km |
| Tejane | 185.000 km2 |
| Debî | 2.300 m3/s |
| Robar | |
| Milên wê | Neckar, Main, Mosel, Lahn, Sieg, Ruhr û Lippe |
| Cihderk | Tomasee, Surselva, Grisons, Swîsre |
| - Bilindayî | 2.346 m |
| - Koordînat | 46°37′57″Bk 8°40′20″Rh / 46.6325°Bk 8.672222°Rh |
| Dev | Hoek van Holland |
| - Cih | Rotterdam, Holand |
| - Bilindayî | 0 m |
| - Koordînat | 51°58′52″Bk 4°04′54″Rh / 51.981111°Bk 4.081667°Rh |
| Nexşe | |
|
Çemê Rên
|
|
Rên an jî Reyn (bi romanş: Rain, almanî: Rhein, îtalî: Reno, fransî: Rhin, holandî: Rijn; peyveke ji hind û ewropiya kevin *reie- bi wateya herikîn e), yek ji çemên herî dirêj ên Rojavayê Ewropayê ye.
Rên li çiyayên Alpê yên Swîsreyê dizê; ji avên kaniya sereke Vorderrhein, li Tomasee/Lai da Tuma (Surselva, Grisons) û avên kaniya Hinderrhein a qeşayiya Paradies, li Grisonsê pêk tê. Avên her du kaniyan li Reichenau (Tamins) dikevin hev, dibin çemê Rên.
Di gola Bodenê ve diherike, dû re nêzîkî Schaffhausenê sûlavên Rênê çêdibin. Ev sûlav 23 m bilind in. Rên di Swîsre, Fransa, Almanya û Holandê ve diherike, digihêje Deryaya Bakurî. Devê çemê Rênê jî li Hoek van Holland, Rotterdama Holandê ye.
Bajarên mezin mîna Basel, Strasbourg, Karlsruhe, Mannheim, Bonn, Köln û Rotterdamê ber çemê Rên hatine avakirin. Rên ji bo çalakiyên bazirganî û danûstendinê jî gelek giring e.
Milên çemê Rênê yên herî mezin Neckar, Main, Mosel, Lahn, Sieg, Ruhr û Lippe ne.
[biguherîne] Galerî
[biguherîne] Çavkanî
- Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (29.08.2011).