Köln
Ji Wîkîpediya
Koln (bi elmanî: Köln) yek ji bajarên Elmanyayê ye. Ev bajar piştî Berlînê, Mûnşinê û Hambûrgê jibo mezinahiyê bajarê 4ê yê Elmanyayê ye. Ew mezintrîn bajarê wîlayet ya federal ya Rayna Bakur-Vêstfaliya ya Elmaniyayê ye. Hêşeta Kolnê ji 10 milyon kesan zêdetir e.
Koln yek ji kevnartirîn bajarên Ewrûpayê ye û li sala 38ê B.Z. bi destê Romanan hatiye avakirin. Zanîngeha Kolnê jî yek ji kevnartirîn zanîngehên Ewrûpayê ye.
Köln bi dêra xwe a mezin a katolîk (Kölner Dom) naskirî ye. Koln mezitrîn navenda weşanên Elmanyayê ye. Bingehê serekî yê televizyonên mîna VOXê, Westdeutscher Rundfunk (WDR) û RTLê li vî bajarî ye.
| Li Wikimedia Commons medyayên di warê Köln de hene. |
