Reşad Şeref

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Reşad Şeref
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Reşad Şeref, nivîskarekî kurd e di sala 1967an de li gundê Sewêdiyê li herêma Dêrikê, rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xilas kiriye, paşê li bajarê Dêrikê xwendina amadeyî û navendî xilas kiriye. Di sala 1989an de peymangeha teknîkî beşê mekanîk li bajarê Hesîçeyê xilas kiriye. Di sala 1987an de dest bi nivîsa çîrokê kiriye, hem bi erebî hem bi kurdî û gotarên rojnamevanî jî nivisandine.

Di sala 1998an koçî paytexta Sûriyê Şamê dibe. Li Şamê tevlî grûbên nivîskar û rewşenbîran dibe û şevbuhêrkên kurdî li dardixe. Di sala 2000 ê de pirtûka xwe ya kurteçîrokan bi navê Mirina hîmekîa li Bêrûdê çap dike[çavkanî hewce ye]. Ji ber tunebûna nasnama welatê xwe û hin aloziyên siyasî koçî Ewropayê dibe û li welatê Swîsreyê cî digire. Yek ji endam û damezirînerên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]