Şam

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şam

Şam an Dimeşq (bi erebî: دمشق, Dimeşk an الشام aš-Šām) paytexta Sûrî ye.

Yek ji bajarên herî kevn ên dîroka mirovahiyê ye. Hejmara niştecihên bajêr bi fermî nêzîkî 2 milyon e. Bi tevî demedora xwe ji 6 milyonî zêdetir kes lê dijîn.

Gelek kûltûran li vê bajarê desthilatî kirine û li pey xwe rêç û nîşaneyên xwe hiştine. Li Şamê kurd, asûrî, ermenî jî dijîn. Taxa bajêr a kevn ji aliyê UNESCO ve wekî bermahiyê mirovahiyê tê parastin. Peykerekê împaratorê kurd ê serokatiya Eyûbiyan kiriye Selahedînê Eyûbî jî li bajêr e.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din