Retîkûlûma endoplazmî ya lûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Retîkûlûma endoplazmî
Retîkûlûma endoplazmî ya lûs

Retîkûlûma endoplazmî ya lûs, beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom û şayik e.

Li gor dirf (teşe) û erkê wan, du beşên retîkûlûma endoplazmiyê hene. Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskopa elektronî de zivirî dixuye, loma ev beş wekî retîkûlûma endoplazmî ya zivir tê bi nav kirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e, wekî retîkûlûma endoplazmî ya lûs bi nav dibe. Cudahiya van her du pariyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê ye, lê erkên van beşan ji ne wek hev in. Retîkûlûma endoplazmî ya lûs, lîpîd, fosfolîpîd, kolesterol û steroîdan çêdike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. Xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkuluma endoplazmî ya lûs in, lê navê wî retîkûlûma sarkoplazmî ye (RS). Retîkûlûma sarkoplazmî îyonên kalsiyûmê embar dike, dema kalsiyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan, girjbûna masûlke dest pê dike. Xaneyên kezebê, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe, bi alîkariya retîkûlûma endoplazmî ya lûs karê detoksîfîkasyonê jî dike[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]