Kezeb
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kezeba reş a mirovî (bi îngilîzî: liver)
Kezeba mihekê:
1 − Parçeya rast
2 − Parçeya çep
3 − Parçeya dûvî
4 − Parçeya çargoşî
5 − Xwînbera kezebê û derîdemar
6 − Lenfgirêk
7 − Zeravdank
1 − Parçeya rast
2 − Parçeya çep
3 − Parçeya dûvî
4 − Parçeya çargoşî
5 − Xwînbera kezebê û derîdemar
6 − Lenfgirêk
7 − Zeravdank
Kezeb[1], kezeba reş[2] an jî ceger endamek di laşê mirov û ajalên movikdar e. Ew endameke navendî ye bo keristeguhartin (metabolism). Hemî keristeyên (xwirak) ku di rûviyan de tên wergirtin, di kezebê de tên pêvajotin û tiştên jehrî tên vekêşandin.
Naverok |
Cih û pêkhatin [biguherîne]
Kezeb li aliya jor rast di zik de, li bin perdaya navbirrê ye. Ew navbara 1500-2000 g giran e. Kezeb ji derve çar parçe xuya dikin:
- Parçeya rast (lobus dexter)
- Parçeya çep (lobus sinster)
- Parçeya çargoşî (lobos quadratus)
- Parçeya dûvî (lobus cautatus)
Parçikên kezebê [biguherîne]
li gorra çeqên derîdemarê di hindirrî kezebê 8 parçikên (segment) kezebê hene:
Parçeya çep:
- Segment I –parçeya dûvî
- Segment II – parçika duyem (kêleka jorîn)
- Segment III – parçika sêyem (kêleka jêrîn)
- Segment IV – parçeya çargoşî
Parçeya rast:
- Segment V – parçika pênçem (jêrin pêşî)
- Segment VI – parçika şeşem (jêrin paşî)
- Segment VII – parçika heftem (jorin paşî)
- Segment VIII – parçika heştem (jorin pêşî)
Xwînborriyên kezebê [biguherîne]
Bi rêyê du xwînboriyan xwîn dikeve kezebê, xwînbera kezebê û derîdemar ya ku xwîn ji endamên hinavê zik dihêne loma jê re derîxwînhêner jî tê gotin.
Xwîn ji kezebê bi rêyê xwînhênera kezebê derdikeve.
Çavkanî [biguherîne]
|
|||||||||||