Ribêz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ribêz
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Riwek
Binefamîle: Polygonaceae
Cins: Rheum

Ribêz yan jî Ribês (Rheum ribes) cureyekî riwên kovî yên ku ji cinsê Rêwas tê xwarin e. Pincarek ji celebê riwekan e ku ji malbata Polygonaceae ye. Gelek cureyên wê hene. Ribês bi taybetî di mehên gulan û hezîranê de li deverên bilindên Kurdistanê şîn dibe û di heman mehan de tên berhevkirin û têne xwarin. Pincar ji deverên bilind û asê û ji axa xîçik hez dike.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Uşkun(Uçkun)" (bi tirkî). Van İl Tarım ve Orman Müdürlüğü. 31 çiriya pêşîn 2023.