Romantîzm
Romantîzm Bizavek wêjeyî ye.
Di sedsala 18. da derketîye û azadiya ku piştî şoreşa fransî derketîye holê sûd digre û li dij hemû rêbazan derdikeve heta sedsala 19. berdewam kiriye.
Romantîzm hemû rêç û rêbazên Klasîzmê bin pê dike û rastarast li dij wê disekine. Li dijî hiş hestîyarî ye, li dijî rêbazan bêrêbazî ye, li dijî çîna xwûyange gel, li dijî şoretiê xwezayiyê dide pêş, di çand û pîşeyê de, ji sînoran bêtir azadiyê diparêze.
Romantîzm jî wek klasîzmê berê di berhemên fransî da xwe rava dike. Di hêla Victor Hugo' da (1802 - 1885) gelek pêşdikeve.
Bandorê li hemû cûreyên wêje û pîşeyê dike(roman, helbest, şano). Rexne û rexnegirî pêş dikeve, Têgeha kesayetîye derdikeve pêşîye. Azadî, wekhevî, dadmendî, welaperwerî, bawermendî,…dibe babetan berheman.
Hinik taybetiyên romantîzm e;
Kesayetî, hêza xeyalê, derketina devreyê sînorên hiş, geştiya hestan, mijarên rojane.
Hinik nivîskarên berhemên bi vê cûreye nivisandîye;
Victor Hugo (1802-1885), Lamartine (1790-1869), Musset (1810-1857), Friedrich Hölderlin (1770-1843), Heinrich von Kleist (1777-1811) Byron (1788-1824), Coleridge (1772-1834), Keats (1795-1821), Manzoni (1785-1873), Pellico (1788-1854), Leopardi (1798-1837),Mellive (1819-1891), Edgar A. Poe (1809-1849), Whitman (1816-1892)
Çavkanî[biguherîne]