Cegerxwîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cegerxwîn
Navê rastî Şêxmûs Hesen
Bernavk Cegerxwîn
Roja jidayikbûnê 1903
Hesar, Kercos
Roja mirinê 22'ê kewçêrê 1984
Stockholm,  Swêd
Eslê xwe kurd
Pîşe Nivîskar, helbestvan

Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (z. 1903 li gundê Hesarê, Kercos − m. 22'ê kewçêrê 1984'an li Stockholmê), yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd e.

Jînenîgarî[biguherîne]

Jidayikbûn û zaroktî[biguherîne]

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cîhanê, ji yanzde xûşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.

Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xusk û birayê xwe maye.

Jiyan û xebata li Rojavayê Kurdistanê[biguherîne]

Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûriyê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye.

Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.

Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3'ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.

Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin: Çêlek û Cehenem.

Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd firansizan ew komele girt.

Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr.

Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.

Di sala 1949'an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.

Di sala 1950'yî de Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.

Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.

Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.

Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî.

Di sala 1962'yan de hikûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û pistî pêlakê tê berdan.

Di sala 1963'yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û disînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê pistî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.

Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.

Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.

Di sala 1973'yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike.

Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Li Swêdê[biguherîne]

Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike.

Di 22'ê çiriya pêşîn a 1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

Cegerxwîn di hewsa xaniyê xwe de li bajarê Qamislo yê hatiye vesartin.

Zarokên wî yên ko li dû xwe histine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

Sala bîranîna Cegerxwîn[biguherîne]

Ji bo 100'emîn salvegera jidayîkbûna Cegerxwîn weşanên Avesta helbestên wî ji nû ve weşand.

Cigerxwîn, dengê êş û azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003'yan de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Şexmûs Hesen e, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921'ê de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin.

Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.

Cigerxwîn ji sala 1924'an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd, hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:

Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê...

— Cegerxwîn

Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:

Hawar dikim,
Ranabî kes
Şêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xişt
Û mizgevt û dêr

Em xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar!
Van çûçikan
Dexlê me xwar.

Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew.

— Cegerxwîn

Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961'ê li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959'an heta sala 1963'an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin.

Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne.

Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984'an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin.

Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew neyê ji bîr kirin.

Pirtûka bi navê Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin.

Berhem[biguherîne]

Helbest[biguherîne]

Ziman û Ferheng[biguherîne]

  • Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
  • Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
  • Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
Helbesteke Cegerxwîn bi zarê soranî
Wezifey xom

Nawî Kurdistan pir şewq û tawe
Gencîneyî fikrim maney em nawe

Ta êsta degirîm bo deştî Lacan
Demrim le hesret xakî Şeqlawe

Tu xwa ey badî seba begihînî
Selamim bo kurdî ew nawe

Şewqî estêrey kurdî Gelawêj
Le şax û baxî Kurdistan dawe

Qurbanî destî Elî Kemal im
Esasî merdî bo kurd danawe

Mangê sih dînar bo hejaran da
Bo Gelawêjman hêj bêtir dawe

Bo dewlemend man em xweş mîsale
Xîret bekêşin firset ne mawe

Wezîfey xom her teblîxî kurde
Le mirdû herçî demînî nawe

Cegerxwîn gerçi seydayê kurde
Ta êsta pesnî kesêk ne dawe.

— Cegerxwîn

Binêre[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]