Împeratoriya Sasanî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sasanî hate beralîkirin)
Împeratoriya Sasanî (bi înglîzî: Sassanid Empire, bi farisî: ساسانیان, Sasaniyan), împeratoriya çarê ji desthilatên xurtên îranî berî hatina Îslamê bo Baniya Îranê ye, ko ji sala 226ê heta 651ê desthilatdar bûne.
Erdeşîrê Yekê piştî şkandina şah Artabanê Çarê, şahê Partiyan anko Eşkaniyan împeratoriya Sasaniyan damezirand. Şahê dûmahî yê ji vê împeratoriyê Êzidegirê Sêyê bû ko piştî 14 salên şer û pevçûnan digel leşkerên Îslamê şkest. Ew revî û li Mervê bi destê aşevanekî hat kuştin.
