Savara tolikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Savara tolikê, cure girareke (savar pêjgeha kurd e. Gelên cîran romî (tirk) û ermenî jî ji tolik (pincar)ê xwarinan didin ser.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ravek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lask û qemçikan bavêjin bila tenê pel bimînin. Pakij bişon tolika xwe di nava avê de bidin sekinandin. Pîvazan bi xelekî hûr bikin, di nava rûn de zerayiyê pê bixin.

Paşê tolika hûrkirî jî berdin nava rûnbirêşkeke kûr an quşxaneyê, bi pîvazê re bi qasî 3-5 deqe biqelînin. Dawiyê savarê berdinê û wê jî bi qasî 4-5 deqeyan sor bikin.

Xwê, îsota reş, 3 SA ava kelî tevlî bikin. Binê agir kêm bikin, heya ava xwe kişand bikelînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).