Serdeşt Osman
Serdeşt Osman | |
---|---|
Jidayikbûn | 1988 Hewlêr |
Mirin | 4ê gulana 2010an (22 salî) Mûsil |
Sedema mirinê | Kuştina bi gulle |
Perwerde | Zanîngeha Selahedînê |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Serdeşt Osman (bi tîpguherîna latînî ji alfabeya erebî: Sardasht Osman, jdb. 1988 - m. 4ê gulana 2010an) rojnamenivîsê serbixwe û xwendekarê kurd ê qonaxa dawî ya zimanê îngilîzî ya Zanîngeha Selahedînê bû.
Serdeşt Osman sibeha 4ê gulana 2010an de li ber zanîngehê bi destê kesên nenas hatiye revandin. Piştî du rojan termê wî yê gulebarankirî li Mûsilê hat dîtin. Serdeşt Osman yê ku ji ber rexnegiriya xwe li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û KDPê gefên kuştinê lê kiribûn li malperên mîna Kurdistan Post, Kurdistan Net, Livînpress, Hewlatî, Awêne û Aştîname nivîskar bû. Tê gotin Serdeşt Osman bi sedema nivîsîna gotara Ez aşiqê keçika Barzanî me! hatiye kuştin.