Sosyalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sosyalîzm qadeka berfirh ji bîrûbawer û bizavên siyasî vedigirit ko alîgirî ya dozeneka aborî-civakî dikin ko milkînî û dabeşkirina zengîniyê di bin desthilata civakê da ye. Wekî dozeneka aborî, sosyalîzm girêdayî xwedîtiya tevane an dewletî ya alavên berhemanînê ye. Ev xwedîtî dibit ko bi awayekê rastûrast (mîna Civatên Karkeran) an jî bi awayekê nerastûrast (mîna dewletê) bit.

Koka bizavên sosyalîstên nûdem ji bizavên çîna karkeran yên sedsala 19'ê dihêt.