Subcomandante Marcos
Subcomandante Marcos | |
---|---|
Navê din |
|
Perwerde | Instituto Cultural Tampico |
Pîşe | Berdevk, nivîskar |
Rêxistin | Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst |
Sernav | Subcommander |
Dewr | 1994 - 2014 |
Malper | www |
biguhêre |
Subcomandante Marcos nasnavê şer ê Delegado Zero ye, ku şoreşger û peyvdarê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN) ye.
Ji berve ku pir tê nasîn, ji aliyê pir kesan serokê herê giring a EZLNê tê dîtin. Ji ber ku ji Emiliano Zapata re comandante tê gotin, ji hurmeta Emiliano Zapata pêşnava subcomandante bi kar tîne.
Bi gorî hikûmeta Meksîkê navê Marcos yê berê Sebastian Guillen Vicente ye. Guillen çûye dibistana navîn a Instituto Cultural Tampico ya ku li herêma Tamaulipas Tampico ye û tê tehmînkirin ku ramana serxwebûnê li wir naskiriye. Paşê wî koçî Bajarê Meksîko kiriye û ji Meropolitan Autonomous University (UAM) mezûn bûye. Di heman zanîngehêda mastera felsefê jî kiriye û wek profesor li vir xebitiye. Paşê ji bo ku xebata şoreşiyê bide destpêkirin ji zanîngehê veqetiyaye. Marcos qet nepêjirandîye ku ew Sebastian Guillen Vicente ye û malbata Sebastian Guillen Vicente jî qet ramanên xwe ji bo vê mijarê negotiye û di rastiyê de jî kes nizane ku çi hatiye serê Sebastian Guillen Vicente. Di sala 2001ê de di wexta rêveçûna Meksîkê de, Marcosî UAM ziyaret kiriye û di axaftina xwe ya vir de, gotiye ku herê kêm carekî ew li vir peyda bûye.
Marcos tim bi maske xuya dikir. Ji ber vê yekê kes nizane ku ew di rastiyê de sedî sed kî ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |