Túpac Amaru II

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tupac Amaru II
Kuştina Tupac Amaru

Túpac Amaru II (José Gabriel Túpac Amaru z. 19'ê adarê 1742 - Cuzco, Perû – m. 18'ê gulanê 1781 Cuzco) serokê serhildana 1780'î ya li Perûyê ku ji aliyê niştecihên perûyî ve li dijî spaniyan derketibû.[1] Ew şoreşgerekî ji malbata hikûmdarê dawî yê Înkayan Túpac Amaru bû.[2] Navê wî yê rastî José Gabriel Condorcanqui bû. Wî rêbertiya tevgera gundiyên perûyî kir. Lewma navê Túpac Amaru lê hate kirin.

Túpac Amaru li Tungasuca ya parêzgeha Cuzcoyê ji dayîk bû. Her çiqas ku li dibistana civata Îsewiyan perwerde dîtibe jî, eslê xwe winda nekiriye. Di sala 1780'î de ji ber ku dadrêsê bajêr yê bi navê Antonio de Arriaga li dijî gel zordar3i dikir, ji aliyê Túpac Amaru ve hate girtin û kuştin.[3][4] Serhildana Amaru li başûr Amerîkayê belav bû. Her çiqas ku têkoşîna wî li Bolîvya, Arjentîn û Perûyê belav bûbê jî, di dawiyê de têk çû û ji aliyê spaniyan ve dîl hate girtin. Tê texmînkirin ku di serhildana wî de nêzîkê 80.000 niştecihî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Tupac Amaru bi malbata xwe re hate girtin, li ber çavên wî jina wî Micaela Bastidas Puyucahua û her sê zarokên wî (Hipólito, Mariano û Fernando) hatin kuştin. Piştre îşkence li wî kirin û serê û lingên wî jî hatin jê kirin.

Her çiqas ku serhildana wî têk çû jî ew ji bo perûyiyan weke lehengekî efsaneyî hate naskirin. Di sala 1980'î de li Perûyê Tevgera Şoreşger a Túpac Amaru hate damezrandin.

Binêre[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Genocide and millenialism in Upper Peru: the Great Rebellion of 1780-1782 By Nicholas A. Robins
  2. Native Insurgencies and the Genocidal Impulse in the Americas, Nicholas A. Robins
  3. Native Insurgencies and the Genocidal Impulse in the Americas, Nicholas A. Robins
  4. The Epic of Latin America, Fourth Edition, John A. Crow