Tûreşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tûreşk.
Tûreşk.

Tûreşk (bi latînî: Rubus sectio Rubus e ji koma Rubus caesus, jê re jî dibêjin tûdirik, trîreşk, dirîreşk,dirişk dirînermk, temeşk, dendûreşk û cinisrî), navê fêkiyeke hejikên deviyan e. Fêkiyên wê sor an reş in, bi xavî tên xwarin yan wekî marmelad (rîçal) tê bikaranîn. Ji aliyê mîneralên bikêr ve gelek dewlemend e.

Li her deverê Kurdistanê bi navekê tê binavkirin, lewra gelek cureyên wê hene. Li Ewropa, bakurê Afrîka, Asya û bakurê Amerîkayê gelek e. Kêm an zêde diriyên wan di bin. Kîjan fêkiyên wê berê heşîn bûne, ew berê reş di bin, heya payîzê jê tê sûdwergirtin.

Li Kurdistanê ji xeynî rîçalê, şirûba wê jî tê çêkirin, ji ber ku ji liyê vîtamînan ve dewlemend e, didin nexweşan jî. her wesa di şîrînahiyan jî de tê bi karînan.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser tûreşkê (dirîreşk)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • A. Petersen et al.: Atlasek tûreşkê (bi almanî), Niedersächsischer Landesbetrieb für Wasserwirtschaft, Küsten- und Naturschutz, Hejmar 28, 1993, 202 rûpel, ISBN 978-3-922321-64-4.
  • H.E. Weber:Gebüsche, Hecken, Krautsäume (almanî), 2003, Weşana Eugen Ulmer, 256 rûpel, ISBN 3-8001-4163-9.