Tawûsê Melek

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sembola Tawisî Melek

Tawûsê Melek gorî ola Êzîdiyan melekê herî pîroz e. Êzîdî bawer dikin ku Tawûsê Melek jî nola melek Ezraîl melekeka ku rihê mivov ji bedenê distandîbû.

Gorî Êzîdiyan afirandina mirovahî wiha tê bawer kirin: Ji ber ku xwedê, heft melek afirandibûn û Tawûsê Melek ji ronahiya xwe çêkir şunda ji wî re ferman dayê ku ji kesî din re secde neke. Lê demê ku xwedê heft melekên din afirindine, ferman daye ku axnê ji erdî bînin û ji wê jî, helametê Ademî çêkin. Pê ew axa anîne re xwêdê rihê xwe pifa wî kiriye û ferman daye hemû melekan ku li ber Adem secde bikin. Hemî melekan sicde kiriye, lê tenê Tawûsê Melek nekiriye. Xwêdê sedem jê pirsiye û wî jî bersiv daye: Ez çewa secde ji bo yekê din bikim! Ez ji ronahiya te me û Adem ji axê ye. Ez şîret û raspêra te li erdê naxînim. Hîngê Xwedê ew xelatkir û kire serokê tevaya melekan û cêgirê xwe li ser erdî. Jiber hindê jî, êzîdî bawer dikin ku Tawûsê Melek nûnerê Xwêdê ye li ser erdê û salê carekê, di çarşemba yekê ya meha nîsana rojhelatê de, tê xwarê ser erdê û ew roj jî, li cem êzîdiyan dibê cejna serê sala nû û wek Çarşema Sor tê pîroz kirin.

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din