Tiestês

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tiestês
Image dans Infobox.
Tiestês û Aeropî
Giovanni Francesco Bezzi (1565 - 1571)
Şahê Mîkênê (d)
Navê rastî
ΘυέστηςLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Pelops (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hîpodamia (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Hevjîn
Laodamia (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Egîstos (en)
Tantalos (en)
Plîstenês (en)
Aglaos (d)
Pelopîa (en)
Orchomenus (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Tiestês (bi yewnanî: Θυέστης) di Mîtolojiya yewnanî de keyê Mîkenê. Di mîtolojiyê de ew piranî tekoşîna li hemberê birayê xwe Atreûs daye tê zanîn. Li ser jiyana wî bi xwe nivîskara Romayî Seneca jî tragedyaya Thyestes nivîsandiye. Heman demê de çîroka wî û birayê wê giredayî hev in çîrokên derheqê Atreûsê tên gotin di nav xwe de çîroka Tiestêsê jî cih dike. Ji xwe mitolojiyê de Leneta Atreûsê tenê ne Atreûsê malbata wan giş girtiye.

Çîroka Atreûs û Tiestêsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Key Pelops desthilatdarê Nîvgirava Morayê bû. Ew û jina wî Hîpodamia bi zarokên xwe Atreûs, Tiestês û yên din re jiyanekê bextewar didomandin. Heta ku kurekî Pelopsê ji Astîoxîya Nîmfê derdikeve holê. Kurika bi navê Xrîsîpos bi sîqilandina Hîpodamiayê bi aliyê Tiestês û Atreûs ve hate kuştin. Key Pelops ji vê kuştinê pir aciz dibe Hîpodamia, Atreûs, Tiestês bi hev ra sirgun dike. Ji qehra sirgûnê Hîpodamia xwe dikuje, her du bira jî dikevin rê diçin bajarê Mîkenê.[1]

Li Mîkenê pirgirêka du birayan bi destê pê dike. Atreûs xwediyê Berxika Kevil Zêr bû . Atreûs sond xwar ku vê berxê bike qurbaniya Artemîsê lê paşî dil nade kevîlê zêr bide, berxikê qurban dike lê tenê goştê wî kevil di destê wî de dimîne.[2]  Atreûs kevilê dixe nav sindoqekî û xef dike. Birayê wî Tiestês dixwaze wê kevilê bidest bixe. Lê nedikariya ji ber destxistina çareyan difikiriya, paşê fikrekî dît. Dilê jina Atreûsê Aeropîyê ketibû Tiestêsê . Tiestês ji Aeropîyê re teklîf kir ku heger sindoqê ji bo wê bênî, tu ew jî bikeve berê wê. Aeropî jî gotina wê kir û her du jî mirazê xwe kirin. Lê ji bo meseleya qurbankirinê, Artemîs lenetek avêti bû ser kevilê berxikê. Lenet li Tiestêsê jî girt.

Di wan deman de gelê Mîkenê jî bê key bûn, dixwastin ku yekî bibe key. Remilvanên Delfîyê gotin bila kurekî Pelopsê bibe key. Atreûs jî got heçî xwediyê kevilê berxikê zêr bila ew bibe key. Tiestês sindoqê anî kevilê berxika zêr jê deranî ber çavê Mîkenîyan û xwe key îlan kir. Lê Zeus ji hîleyên Tiestêsê aciz bû, Hermesê şande li Atreûsê fikrekî gote wî. Kêfa Atreûsê ji vê fikrê hat ew jî dest pê kir ku vê fikrê çêke: Paşî çû li Tiestêsê got heger ez ê bikarim ji tavê di milê rojhelatê ve bibim ava tu keyaniyê bidê min. Tiestês ji wê ra keniya sond xwar ku heger birayê wî bikare wê bike ti ew ji keyaniyê bide wî. Hermes jî çû ba Hêlîosê fikrê wan û fermana Zeusê gote wî. Helîos jî fermanê bi cih anî, rêya tavê guherand û tav çû ji rojhelatê ve qulibî û winda bû. Atreûs bû key birayê xwe Tiestêsê jî şanda sirgûnê.[2]

Xwarina Atreûs û Teistês - Václav Jindřich Nosecký, Michael Václav Halbax (1700)

Demekî şunde Key Atreûs serpêhatiyên navbera jina xwe Aeropî û birayê xwe Tiestêsê bihîst. Dîsa aciz bû planekê din çêkir. Li gor plana xwe peyam şande birayê xwe Tiestêsê ku ji wî re aş bûye û wî dawetê xwarinekî dike. Di heman de leşkerên xwe şande perestgeha Zeusê, ji bo ku her sê zarokên Tiestêsê Aglaus, Orchomenus û Callileon li wir teatên xwe dikir bikujin. Leşker gihane wan û her sê kurê Tiestêsê jî kuştin. Bedena wan parî parî kir avêtê di nav silokekî û keland. Tiestês ji her tiştê bê agahdar bû, hat li ser sifreya Atreûsê runişt dest bi xwarinê kir. Têr xwar paşî firaxên dûyem hatin dinav wan de jî ser û lingên kurên wî hebûn. Pê hesiya ku goştê kurên xwe xwariye, sonda tolhildanê xwar. Atreûs piştî vê bûyerên kirêj birayê xwe dîsa sirgûn kir.

Tiestês ji bo rêya tolhildana xwe bibîne çû cem remilvanekî. Remilvan jê re got tenê kurekî te ji keça te Pelopiayê hebe ew dikarê tola te bistînî. Tenê kurekî wî yekî ensest dikariya Atreûsê bikuje. Tiestês şikla xwe guherand keça xwe xapand û wê ji rê derxist kete berê wê. Di heman demê de remilvanekî din jî şîretan Atreûs kir ku ji Tiestêsê dîsa bênî li Mîkenê. Tiestês jî di demekê direj winda bû.

Li her derê Atreûs Tiestêsê digeriya, rasta Pelopiayê hat texmîn dikir ku ew keça keyekî wê heremê ye. Dilê wî kete wê û wê bir qesra xwe demekî şunde Pelopia kurekî anî dinê. Ev zarok yên Tiestêsê bû lê Atreûs yê xwe dizaniya. Navê kurikê kirin Egîstos.

Kurik mezin bû, Menelaos û Agamemnonê kurên Atreûs jî Teistêsê digeriyan wî dîtin anîn avêtin girtîgehên Mîkenê. Atreûs fermana mirina wî da Egîstosê. Lê Egîstos hêj biçûk bû, Tiestês wî xapand. Tiestês ji Egîstosê daxwaz kir ku diya wî Pelopiayê gazî girtîgehê bike. Egîstos jî gazî dike, Egîstos û Pelopia bi hev re têne girtîgehê. Pelopia ji dîtina bavê gelek şa dibe. Tiestês behsa serpêhatiyên xwe hemî dike. Egîstos ji dîtina bavê xwe şa dibe lê Pelopia ji tekiliyên ensestê gelek bi qehr dibe û xwe dikuje. Tiestês jî de fermana kuştina Atreûsê dide kurê xwe yên ensest Egîstosê re. Egîstos fermana wî têne cih Atreûsê dikuje.

Di demekî kurt be jî Tiestês dîsa dibe Keyê Mîkenê, lê vê carê biraziyê wî Agamemnon tê keyaniyê ji destê wî derdixîne û cara seyem ew tê sirgunkirin.[1] Piştî sirgûnkirina sêyem êdî agahî jê nayê standin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Mark, Harrison W. "Atreus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 adar 2023.
  2. ^ a b "Apollodorus, Epitome, book E, chapter 2, section 12". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 3 adar 2023.