Vanadînît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
dîmenek ji mînarela Vanadînîtê.
Dîmenek ji krîstalê hevgirtî yên Vanadînîtê.

Vanadînît, mîneralek e ji koma apatît a fosfatan ku bi formula kîmyayî 5(VO4)3Cl ye. Ev mîneral yek ji kanzayên pîşesazî yên sereke yên metal vanadyûm û çavkaniyek piçûk a zirîçê ye. Mîneralek ziravê şikestok e ku bi gelemperî di forma krîstalên şeşgoşe yên sor de tê dîtin û mîneralek bêhempa ye ku ji hêla oksîdasyona kanzayên serayê yên wekî zirîçê ve hatiye çêkirin. Vanadînît yekem car di sala 1801an de li Meksîkê hatiye dîtin ku depoyên vanadinite ji wê demê heta niha li Amerîkaya Başûr, Ewropa, Afrîka û Amerîkaya Bakur hatiye dîtin.

Vanadînît mîneralek bêhempa ye ku tenê bi encama guheztinên kîmyewî yên materyalek berê derketiye holê. Ji ber vê yekê wekî mîneralek duyemî tê zanîn. Li herêmên avhewayên zuha û bi oksîdasyona mîneralên sereke yên zirîçê tê dîtin. Vanadinite bi taybetî li gel sulfîdê serber û zirîçê tê dîtin. Mîneralên din ên têkildar jî wulfenît, lîmonît û barît e.[1]

Vanadînît di destpêkê de li Meksîkê ji hêla mineralogistê spanî Andrés Manuel del Río ve di sala 1801an de hatiye vedîtin. Wî mîneralê bi navê "zirîça qehweyî" bi nav kir û wî destnîşan kiriye ku hêmanek nû ku wî pêşî navê wê kir pancromium û paşê jî erythronium binav kiriye di nav mînarelê de heye. Lêbelê piştre wî bawer kiriye ku ev ne hêmanek nû ye, tenê formeke nepak a kromê ye. Di sala 1830an de Nils Gabriel Sefström hêmanek nû keşf kir ku vê hêmanê bi navê vanadiumê binavkir. Piştre re hate eşkere kirin ku ev yek bi metala ku berê ji hêla Andrés Manuel del Río ve hatibû vedîtin yek e. Di sala 1838an de li Zimapan, Hidalgo, Meksîkê, "zirîça qehweyî" ya Del Río jî ji nû ve hate dîtin û ji ber naveroka wê ya zêde ya vanadyumê wek vanadinite hate binavkirin.[2]

Çêbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vanadinite wekî mîneralek duyemî li qadên oksîtkirî ya zirîçan de pêk tê. Vanadyûm di destpêkê de ji silikatên dîwar-kevir tê rijandin. Di nava mîneralên têkildar ê Vanadinite mimetît, pyromorphite, descloizite, mottramite, wulfenite, cerussite, anglesite, calcite, barite û mîneralên cûda yên oksîdê hesinê hene.[3]

Depoyên vanadinite li çaraliyê cîhanê di nav de Awistriya, Spanya, Skotlenda, Çiyayên Ûralê, Afrîkaya Başûr, Namîbya, Maroko, Arjentîn, Meksîk û li çar eyaletên Dewletên Yekbûyî; Arîzona, Kolorado, Nû Meksîk û Dakotaya Başûr têne dîtin.[1]

Depoyên Vanadinite li seranserê cîhanê li zêdetirî 400 kanzayan têne dîtin. Kanên vanadinite ya girîng li bajarokên Maroko Mibladen û Touisset in. Li bajarê Tsumeb, Namîbya; Cordoba, Arjentîn; Sierra County, Nû Meksîk û Gila County, Arîzona ya li Dewletên Yekbûyî depoyên Vanadiniteyê hene.[4]

Awayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vanadînît klorovanadate zirîçê ye ku bi formula kîmyewî ya Pb5(VO4)3Cl ye. Mînerala Vanadînîtê (ji hêla giraniyê ve) ji 73,15% zirîç, 10,79% vanadium, 13,56% oksîjen û ji 2,50% ji klorê pêk tê. Di her yekîneyek awayî ya vanadînîtê de îyonek klorê heye ku bi şeş îyonên serpê yên duvalent li quncikên oktahedronek birêkûpêk dorpêçkirî ye ku yek ji îyonên serpê ji hêla molekulek vanadînîtê ve tê peyda kirin. Dûrahiya di navbera her îyonek zirîçê û klorê de 317 pîkometre ye. Dûrahiya herî kurt a di navbera her îyonekî zirîçê de 4,48 Å ye. Oktahedron du rûyên xwe yên berevajî bi yên yekîneyên vanadînîtê yên cîran re parve dike ku zincîrek domdar a tetrahedronekê pêk tîne. Her atomek vanadyûm bi çar atomên oksîjenê li quncikên tetrahedronek bi awayekî nerêkûpêk hatiye dorpêç kirin. Dûrahiya di navbera her atomek oksîjenê û vanadyûmê de 1,72 yan jî 1,76 Å ye. Sê tetrahedronên oksîjenê bi her oktahedronên sereke re li ser zincîrê hevûdu ne.[5]

Paketkirina krîstal.
Qada hevrêziya Klorîdê
Qada hevrêziya # 1 zirîçê.
Qada hevrêziya # 2 zirîçê.
Qada hevrêziya Vanadiumê

Krîstalên vanadînîtê li gorî pergalek simetrîya şeşqozî (şeşgoşe) yê tevdigerin. Ev awayiya hundurîn bi gelemperî li aliyê derveyî ve bi simetrîya şeşqozî ve tê xuya kirin. Krîstal bi gelemperî di forma prîzmayên şeşqozî yên kurt de ne lê dikarin wekî pîramîdên şeşqozî, bi girseyên dorvekirî yan jî bi awayekî qaşil jî werin dîtin. Xaneya yekîneya vanadînîtê, yekîneya herî biçûk a dabeşkirî ya ku xwediyê heman simetrî û taybetmendiyê ye ku di forma prîzmaya şeşgoşe de ye. Xaneya yekeya vanadînîtê ji du molekulên wê pêk tê û pîvanên wê a = 10,331 Å û c = 7,343 Å) ku a dirêjiya her aliyê şeşgoşeyê ye û c bilindahiya prîzmayê ye. Hêjmara her yekeya şaneya vanadînîtê ku bi formula V = a2c sin(60°) tê dayîn, 678,72 Å3 ye.[5]

Taybetmendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vanadînît di koma apatît a fosfatan de ye û bi mîneralên pîromorfît (Pb5(PO4)3Cl) û mîmetît (Pb5(AsO4)3Cl) rêzek kîmyewî pêk tîne ku bi van herduyan re dibe ku jêkderînek (solûsyon) hişk çêbike. Digel ku piraniya rêzikên kîmyewî cîgirkirina îyonên metalîk vedihewîne, ev rêz komên anyonên xwe dixe cihê; fosfat (PO4), arsenat (AsO4) û vanadate (VO4). Di nesafitiya zêde yên vanadînîtê fosfor, arsenîk û kalsiyûmê hene ku ew dikarin wekî cîgirek îsomorphîk ji vanadiumê (di du rewşên yekem de) yan jî zirîç (di rewşa duyem de) hene. Vanadînît dema ku rêjeyek zêde nesafitiya arsenîk hebe wekî endlîşît tê zanîn.[1]

Vanadînît bi gelemperî bi rengê sor-pirteqalî ye yan jî hinek carinan sor-qehweyî, gewr, zer yan jî bêreng e. Bi rengê xwe yê diyar di nav berhevkarên mîneralan de mîneralek populer e. Xetên di nav mînarelê de hinek caran dikare zer û qehweyî-zer be. Vanadînît dibe ku şefaf, şefaf an nezelal be û ronahiya wê dikare ji rezber heya adamantine be. Vanadînît anîsotropîk e û tê vê wateyê ku hinek taybetmendiyên wê dema ku li ser eksenên cûda têne pîvandin cûda dibin. Dema ku bi eksê wê yê anîsotropiyê ve perpendîkular û paralel were pîvandin, nîşaneyên refraksiyonê bi rêzê 2.350 û 2.416 in. Ev jê re dubendiyek 0.066 dide.[6]

Vanadînît gelek şikestoke dema ku perçe dibe perçeyên piçûk, konkoîdal çêdikin. Hişkkiya Vanadînîtê li ser pîvana Mohs 3-4, bi qasî madenek sifir (paxir) e. Vanadînît bi taybetî li gorî mîneralek zelal giran e. Girseya molê ya venedînîtê 1416,27 g/mol e û giraniya mîneralê ya taybetî ji ber nesafitiyê di navbera 6,6 û 7,2 de diguhere.[1]

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gel karnotîtê û roskoelîtê, vanadînît yek ji kanên pîşesaziyê yên sereke yên hêmana vanadiûmê ye ku dikare bi helandin û ziwakirinê were derxistin. Vanadînît hinek caran wekî çavkaniya zirîçê tê bikar anîn. Pêvajoyek hevpar ji bo derxistina vanadyûmê bi germkirina vanadînîtê bi xwê (NaCl) yan karbonat sodyûm (Na2CO3) li ser 850 °C dest pê dike da ku vanadate sodyûm (NaVO3) hilberîne. Di nav avê de tê helandin û piştre re bi klorîdê amonyûmê tê tevlêkirin kirin ku bertekek bi rengê porteqalî ya amunyom metavanadatê bide. Piştre ev tê helandin ku formek xav a vanadyûm pentoksîd (V2O5) çêbibe. Bi kalsiyûmê kêmkirina pentoksîda vanadyûmê, vanadyûmek safî dertîne holê.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d "mindat.org".
  2. ^ Pérez-Bustamante de Monasterio, J. A. (1 kanûna paşîn 1990). "Highlights of Spanish chemistry at the time of the chemical revolution of the 18th century". Fresenius' Journal of Analytical Chemistry (bi îngilîzî). 337 (2): 225–228. doi:10.1007/BF00322401. ISSN 1432-1130.
  3. ^ Handbook of mineralogy. Tucson: Mineral data publ. 1990. ISBN 978-0-9622097-0-3.
  4. ^ "Vanadinite: The mineral Vanadinite information and pictures". www.minerals.net (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 gulan 2023.
  5. ^ a b "Vanadinite Mineral Data". webmineral.com. Roja gihiştinê 26 gulan 2023.
  6. ^ "Vanadinite Mineral Data". webmineral.com. Roja gihiştinê 27 gulan 2023.
  7. ^ "Vanadium". web.archive.org. 5 sibat 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 sibat 2017. Roja gihiştinê 27 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)