Vasco da Gama

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Vasco da Gama

Vasco da Gama (*1460 an jî 1469 li Portugal - 24'ê berfanbarê 1524 li Hindistan), kaşîfekî navdar ê Portûgalî ye. Keşfa Hindistanê kiriye û di pêşketina bazirganiya ku bi riya deryayê dibe de roleke girîng leyîstiye.

Wî jî wekî kaşîfên hemdemî bi navê keyan tevgeriyaye. Keyê Portûgalî Manuel I. wî ji bo destxistina Hindistanê û dewlemendiyan peywirdar kiriye. Gama di pêşketina dagirkeriya Portûgaliyan de xwedî ciheke mezin e. Piştî dagirkirina Hindistanê Portûgal di warê dagirkerî û bazirganiya bi riya deryayê de gelek pêşdikeve.