Wilhelm Reich

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Wilhelm Reich (* 24'ê adarê 1897 li Dobzau, Galîçya, Awistriya-Macaristan; † 3'ê sermawezê 1957 li Lewisburg, Pennsylvania, DYA) psîkoanalîst, civaknas, lêkolînerê zayendiyê û psîkîyatrîstekî navdar bû.

Sala 1934'ê bi navê vegetoterapî (vejetoterapî) deng vedide û herwiha yek ji avakarên orgonomîyê ye ku wî bi navê orgon binavdikir. Giregirekî psîkoterapiya laş e.

Bi nêrînên xwe yên radîkal û pirtûkên xwe yên (gorî hinekan) psîkopolîtîk navdar e. Pirtûka wî ya bi navê Psîkolojiya girseyê ya faşîzmê di nava ronakbîr û xwendekarên Kurd de tê naskirin. Di salên 1920'ê de bi Sigmund Freud re hevaltiyê dike, dixebite. Angaştên Freud berî bi civakê fireh dike.

Belaya sazûmaniya nazî xwe digihîne wî jî. Pirtûkên wî di nava weşanên ziyandar de hejmartin. Sala 1939 xwe dispêre Amerîkayê li wir alava xwe ya terapiya alternatîv akûmûlatora enerjiyê-orgonê dide nasandin lê îcar jî serê wî bi dadgehan re dikeve belayê, lewra fîrmayên dermanan giliyê wî dikin. Dadgeh cezayê 2 salan (bi sedema ku wî qaşo berevaniya xwe nekiriye, heqaret kiriye) lê dibirrin û berhemên wî tên sansûrkirin. Li girtîgehê ji nexweşiyên dil-demar (NDD) dimire.