Wize

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wize
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Wize, wuze, vejen, enerjî, (bi înglîzî: Energy), bi kurtasî: E, di fizîkê de jêhatina karkirinê ye. Ango heke pergalek dikare kar bike, tê gotin ku xwedî wize ye.

Şêweyên wizeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wizeya mekanîkî ji me re ji hemû formên din, yên enerjiyê nastir e. Dema ko em barekî hildin, yan jî dema ko em darekê bibirin, hingî em enerjiyekê didin, ew enerjî enerjiyek e di forma mêkanikî de ye, ew karekî mêkanikî ye em dikin. Wilo jî hemû karên din, yên weke hildan û birînê, dema ko em dikin, em rastî enerjiya di forma mêkanikî de tên.

Formeke din, ya enerjiyê wizeya germî ye, têhn e. Eger em bixwazin germbûna laşekî bêhtir bikin, em bibêjin ya avê, hingî dive ko em enerjiya germî bidne avê, têhnê bidine avê. Îro em dizanin, ko enerjiya germî bixwe enerjiya bizavî (livane, colaneyî) ye, ya mêkanîkî ye. Helbet ne liva makroskopî ya laşên mezinî darîçav e, lê liva atom û molêkolan e, liva mîkroskopî ya di laşan de ye.

Hatiye naskirin, ko enerjiya mêkanîkî tê guhertin û dibe ya germî, yanî karê mêkanîkî dibe karê germî. Destên xwe çend caran pev bibe û bêne, tê bibînî, ko destên te germ dibin. Li vir te enerjiya mêkanîkî kire ya germî. Lê guhertina berevajî, da enerjiya germî bi ya mêkanîkî were guhertin, ew tiştekî zortir e. Berî çend deh salan, cara pêşî mirov enerjiya germî guherte ya mêkanîkî, ew jî dema, ko mirov makîna hilmî (makîna bi fişara hilma ava kelandî kardike) çêkir bû.

Forma enerjiyê, ya nas jî wizeya ronahiyê ye. Ne tenê destê mirov jê nabe, lêbelê jîna her kesî û ya her organizmî jî bê wê nabe. Bi taybetî Roj vê forma enerjiyê dide. Helbet, mirov ji mêj ve hînbûye bi pîşkarî, vê forma enerjiyê bikarbêne. Pêşî bi pêxistina agir, piştre jî bi çira, lampe û ta dema dawî bi neonên herî modêrn mirov enerjiya ronahiyê bikaranî.

Forma enerjiyê, ya gelekî bikêrhatî, wizeya elektirîkî ye. Gişt bê windabûn ew dikare bi enerjiya mêkanîkî, yan bi ya germî were guhertin. Pir hesanî tê guhastinî deverên dûr. Ji ber van xisletan carna dibêjinê enerjiya rind.

Ji bilî van formên buhûrtî caran, wizeya kîmyayî û enerjiya atomî jî hene. Ew ne texlîtine nû ne, niha peydabûne. Lê ew herdû form didine nîşankirin, ko rêaksyonên kîmayî û atomî dikarin enerjiyê bidin. Ji vê enerjiyê re jî enerjiya potensyal tê gotin.

Eger em bixwazin bi ferehî li ser giranbihabûna enerjiyê ji mirov re bipeyivin, dive pêşî em bizanibin, ko hebûna jînê bi xwe, her û her, bi pevguhastina energiyê ve girêdayî ye û pê jîn dibe. Bedena mirov energiyê di forma kîmyayî (xwarin) de distîne û diguhere forma mêkanîkî. Bi vê yekê hemû organên lêş dikarin bi karûbarên xwe rabin û dihêlin, ko karê fîzîkî pêk were. Ev enerjî di şev û rojê de dike nêzîkî 2000 kilo kalorî û ew ji şewtandina xwarinê di laş de tê. Lê da mirov karibe bijî, dive di laşê wî de hinek enerjiya embarkirî hebe, enerjiya embarkirî jî di lêş de bez e.

Ji ber ko enerjî ji mirov re pir pêwîst e, dive mirov zanibe wê derxe jî. Derxistin û xerckirina enerjiyê di van her deh salên dawî de pir gelek bûye û gera ji bona dîtina kehniyên enerjiyê, yên nû bêhtirbûye. Kehniyên enerjiyê yên ta niha li ber dest ev in: kûmir, petrol, enerjiya elektrîkî ya ji sikrên li ser çeman ûym. Di pêşroja nêzîk de wê ev kehnî têra mirov nema bikin û dive, ko mirov destbavêje kehnîne enerjiyê, yên nûtir wek enerjiya Rojê, yan enerjiya germî ya navika Zemînê û yan kehniya pir zengîn: enerjiya atomî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]