Wolfgang Pauli

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wolfgang Pauli

Wolfgang Ernst Pauli (z. 25'ê avrêlê 1900 li Viyen, Austriya – m. 15'ê berfanbarê 1958 li Zürich), yek ji navdartirîn fîzîknasên sedsala 20emîn e. Mirov dikare wî him wekî Austriyayî, him jî Swîsreyî bijimêrê. Sala 1945Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Perwerdeya xwe li Münchenê bidawîdike û sala 1928'î de wekî profesor li Polîteknîka Federal a Zürichê dest bi kar dike. Ji sala 1940'î heya 1946'î li Princetonê dixebite, dersdariyê dike. Ew jî yek ji avakerên angaşta qûantan e. Bi navê Prînsîba Pauli prînsîbekê li zanîna fîzikê zêde dike. Gorî vî prînsîbê di heman dem û cihê de nikare du tişt li cihekê valahiyê de hebe. Sala 1931'î bi bi di tesbîtkirina teorîk a hebûna neutronan de cih digire.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]