Xavier Naidoo
Xavier Kurt Naidoo (* 2'ê cotmehê 1971an li Mannheimê, Elmanya) hunermendeke elman yê Soul û R&B yê ye.
Ji bilî kariyera xwe ya soloyê, di nava koma elman ya bi navê Söhne Mannheims ê cih digrire û yek ji damezrênerên komê ye. Herwiha, ji bo avakirina Akademiya Pop ya Württemberg ê jî xebat kir û tê de weke mamoste xebitî. Di heman demê de xwediyê şîrketên muzîkê yên bi navên Beats Around the Bush û naidoo records
Baweriya Naidoo bi Xrîstiyantiyê heye, lewra stranên Naidoo bi gelemperî derheqê olperweriya Xrîstiyantiyê, qiyametê, xêrxwazyê û dijberiya nijadperestiyê hatine nivîsandin.
Naidoo ji ber gotinên stranên xwe çend caran xelat stendiye, herî dawî di sala 2003an de xelata Fred-Day-Preis ê hatiye hatiye wergirtiye.
Herwiha, Naidoo di gelek projeyên hunerî û civakî jî cih girtiye (weke di projeyên 'Brothers Keepers', 'Rock gegen Rechts', '4 Your Soul', 'Rilke Projekt' û 'Fourtress' de).
Albuma ewil ya Naidoo ya bi navê Nicht von dieser Welt (Ne ji vê cîhanê) di sala 1998an de derket piyasê û ji mîlyonek car zêdetir hate firotin.
Naidoo albuma xwe ya dûwemîn (Alles für den Herrn/Her tişt bo Rab) di sala 2002an de, û ya sêyemîn (Telegramm für X/Telegram ji X re) di sala 2005an de derxist piyasê. Wî bi her du albumên xwe yên nû heman serkeftinê bidestxist û di sala 2009an de albûma xwe ya çaremîn (Alles kann besser werden/Har tişt kare baştir be) weşand.
Naverok |
Dîskografî [biguherîne]
Albumên wî [biguherîne]
Yên studyoyê [biguherîne]
| Sal | Sernav | Cihê ku di piyasê de girt | Not | ||
|---|---|---|---|---|---|
| Elmanya | Awûstûrya | Swîsre | |||
| 1994 | Seeing Is Believing | — | — | — | Roja weşanê: 7ê ìlonê 1994an tenê li DYE |
| 1998 | Nicht von dieser Welt | 1 (103 Wo.) |
5 (37 hefte) |
12 (60 hefte) |
Roja weşanê: 30yê Gulanê 1998an Jimara yên ku hatin firotin: + 1.070.000 |
| 2002 | Zwischenspiel – Alles für den Herrn | 1 (86 hefte) |
1 (92 hefte) |
3 (56 Wo.) |
Roja weşanê: 25ê Adarê 2002 Jimara yên ku hatin firotin: + 700.000 |
| 2005 | Telegramm für X | 1 (77 hefte) |
1 (60 hefte) |
1 (63 hefte) |
Roja weşanê: 25ê Mijdarê 2005 Jimara yên ku hatin firotin:: + 860.000 |
| 2009 | Alles kann besser werden | 1 (90 hefte) |
3 (31 hefte) |
2 (41 hefte) |
Roja weşanê: 9ê Cotmehê 2009an Jimara yên ku hatin firotin: + 415.000 |