Xirbê Kêryanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xirbê Keryanê gundekî navça Kerboran a ser bi Mêrdînê ve ye.

Rewşa Erdnîgariya wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xirbê Keryanê, di koordinatên hevêrkên berahî 37.549999 û hevêrkên qaymê 41.73’de cih digire. Bi bajarokê Kerboranê ve girêdayî ye. Dûratiya Xirbe Keryanê ji navenda bajarê Mêrdînê 111. km yeduratiya wê ji bajarokê Kerboranê 3 km. ye û ji Midyadê jî 40 km. ye. Li rojhilatê gundê me , gundê Deywanê heye. Gundê me bi gelemperî deşt û çiyan e. Di gundê me de darên berûyan zahf in. Zivistan bi berf u serma, û havîn jî germ û zuwa derbas dibin. Mehên germ Tîrmeh û Tebax in. Ji ber vê yekê xelkê gundê me axlebe di xaniyên ku bi kevirên kilsinî çêkirine de dijîn.

Rewşa wê ya aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axlebeyê gundiyan bi cot û xwedikirina heywanan debara xwe dikirin. Ji xeynî van, malbatên ku li bajarê mezin ameletî dikirin hebûn. Di gundê me de ji xeynî tirh tu fêkî û şînahî ne dihate çandin. Her malekî bi qasî ku têra wan bike fêkî û şinahî diçandin. Di gundê me de tu dikan û cihê dan û standinê nebûn. Gundiyên me jî pêdiviyên xwe ji Kerboranê peyda dikir.

Rewşa wê ya civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê me xwedî rewşeke pederşahî bû. Axlebe jin di mal û li erdan dihate şixulandin. Zilam ji reîsê malê û xwedî heqê şitexaliyê bûn. Xortên ku dizewicin jî ji dela ku wê cê bin, di nav malê de diman. Xortên gundê me li gora gundên derdorê cilên moderntir li xwe dikirin. Jinan ji kiras li xwe dikirin. Di gund de ji xeynî civatên êvaran cihekî ku gundî werine cem hev nebû. Axlebe yên pîr li ber dîwaran digahene hev û behsa rojên berê dikirin. Pîrekan jî li ber tenûran behsa karên xwe yên rojane dikirin.

Rewşa wê ya tendurîstî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gundî de cihê tenduristiyê nebû. Gundî li Kerboranê tedawiya xwe dikirin.

Rewşa wê ya perwerdehiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêjeya xwendin û nivisandinê di kesên nav ser û ser re de zahf kêm bû. Yên ku xwendin u nivisandinê zanîbûn ji li eskeriyê elimî bûn. Li Xirbe Keryanê dibistan nebû û perwerdehî li Kerboranê dihate dîtin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]