Şiyan (fizîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xurtanî (fîzîk) hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Şiyan binêre.
Şiyan
Sembola hevpar
P
Yekeya SIêwatt
Bi yekeyên bingehîn yên SIêkgm2s−3
Dariştinên ji
çendaniyên dinê
  • P = E ∕ t
  • P = Fv
  • P = IU
RehendM L2 T−3
biguhêreBelge

Şiyan[1], zor[2], bi soranî: tiwana, tuwana (sembol: P) di fizîkê da, şiyan nirixa bicihbûna karî an enerjiya veguhastî ye. Bi gotineka dî, şiyan enerjiya mezaxtî an pêdivî di yekîna demî da ye. Bi vî awayî, şiyan (P) dibît kar (W) dabêşî demê (T).

Yekîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan anko SI da, şiyan enerjî dabêşî demê ye. Di SIyê da, yekîna şiyanê wat e ko dibît joule dabêşî saniyekê.

Yekînên ne-SIyî yên şiyanê ev in: şiyana hespî (horsepower) û pê-pawend di deqîqeyê da. Her şiyaneke hespî 33,000 pê-pawend di deqîqeyê da ne, anko şiyana pêdivî ji bo pêyekî bilinkirina 550 pawendan di sanûyeyekê da. Ev jî beranberî 746 Watan e. Yekînên dî jî hene mîna dBm, pîvaneka logarîtmî ko hezaryeka Watê dikit bingehê pîvanê, û kalorî di çaxik anko seetê da ko zêdetir jibo zadî û bi awayê kîlokalorî anko hezar kaloriyan bikar dihêt[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Babetê fîzya pola 12 amadeyî, youtube.com
  2. ^ Fizîk bi kurdî, werger.wordpress.com

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: şiyan – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir