Yaser Erefat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yaser Erefat di sala 1999'an de.

Yaser Erefat (bi transkrîpsyona îngilîzî: Yassir Arafat, * 4'ê, 24'ê an 27'ê gelawêjê 1929 li Qahîre, Misir; † 11'ê sermawezê 2004 li Clamart, li parêzgeha Hauts-de-Seine, Fransa), bi erebî: ياسر عرفات, Yāsir ʿArafāt, navê kevn: Muhammad ʿAbd ar-Rahmān ʿAbd ar-Ra'ūf ʿArafāt al-Qudwa al-Husaini, bi erebî: محمد عبد الرحمن عبد الرؤوف عرفات القدوة الحسيني, kodnav: Ebû ʿEmmar (bi erebî: أبو عمّار, ʾAbū ʿAmmār), siyasetmedar, dûgelman (mirovê dewletê) û yek ji serokên gelê Filistînê bû.

Ji 12'ê reşemiyê 1996 heya mirina xwe serokdewletê Otonomiya Filistînê bû. Sala 1994'î de Xelata Nobel a aşitiyê girtiye. Damezrênerê Al Fatîh û Rêxistina Azadiya Filistînê bû. Bi xwe perwerdeya endazyariya avakirina xaniyan dîtibû.

Li ser mirina wî ya li nexweşxaneyeka Fransî, gelek guftûgo hate kirin. Gorî hinekan ew hatiye jehrkirin lê ti delîlek jî nehatiye dîtin.

Yaser Erefat dîplomasiya rojavayiyan dimeşand. Têkiliyên wî bi dagirkerên Kurdistanê re baş bû. Wî ticarî behsa bindestî û hemançarenûsiya Kurdan nedikir. Ev yeka han dilê gelê Kurd lê sardikir û rexne lê dihate kirin.

Girêdanên derve[biguherîne]