Zanîna ziman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zanîna ziman, navê zanista ku ziman ji hîm ve lêkolîn dike ya. Hebûna gotina, çawa tên avakirin û bi hevdû re çawa tên bikarhanîn li ser wê lêkolîn dike. Di nava zanista zanîna ziman de beşên weke bêjazanî(morfolojî) ku weke ´peyvzanî´ tê bi navkirin, dengnasî(fonetik) ku ji hîm ve dengan û levkirina wan û pêvajoyên wan ên pêşketinê bi gotinê re lêdikolê. Zanîna ziman, weke zanistekê, dîroka ziman, rengê pêşketina wê, koka gotinan û pergalîya wê lê dikolê. Weke zanistên ku ziman lêdikolîn zanyarên ziman ên weke Ferdinand de Saussure, Noam Chomsky û hwd, ên lêkolînê bi pêşketina mirov û dîrokê re bi ziman re dikin in.

Zanîna ziman, wê di bikarhanîna ziman de jî zanînaka bingihînî bide mirov. Mirov, çêtir hem nas dike û hem jî di bikarhanîna gotinan de serwaxta. Di roja me de, ku weke serdemeka zanînê tê zanîn, zanîna ziman weke temenekî giring ê pêşketina ziman jî ya bi jîyane civatî re. Di serdema zanînê de gotin bi rengê tên bi watekirin re wê temenê pêşketinê bi wan re were çêkirin. Her rengê pêşketinê bi ziman re temenê wê tê çêkirin. Rengê gotinan û bikarhanîna wan, dikarê rengê pêşketina mirovî a dîrokê jî bide dîyarkirin. Zanîna ziman, di roja me de weke zanistekê pêşketîya. Navê "samantik" jî li vê zanistê hatîya kirin. Weke zanistekê zanîna ziman, di roja me de gelek zanistên bingihînî ku ji wê û di nava wê de hatina avakirin hena.