Zarokjiberbirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zarokjiberbirin, kûretaj, hûrkolîna jîçekê (bi latînî: abrasio, bi fransî: curettage, bi Inglîzî abortion) ji ber sedemên tenduristî yan taybetî dawî li bicanîbûnê anîn e.

Jiberbirin derkirin an avêtina vernîk an cenînî ji malzariyê ye ko ji sedema mirina vernîkî ye an jî dibit sedema mirina wî. Jiberçûn mumkîn e serbixwe an jî bi rêya keristeyên kîmyayî, neşterkarî an rêyên dî ji qest rû bidit. Bi giştî, jiberbirin behsa destajoyekê (bi înglîzî procedure) dikit ko merema wê dawîkirina avisiyê ye. Di zaravnasiya pizişkî da, her dawîbûneka avisiyê ya serbixwe an destkir û jiqesd berî heftiya 20'ê ji jiyana hundirê malzariyê ko berhemekê nejî diînit serdinyayê, jiberbirin e. Di dîrokê da gelek şêwaz ji bo jiberbirinê hebûne. Aliyên exlaqî û qanûnî yên jiberbirinê niha babetên nîqaşên gelek gerim in li piranî ya welatên cîhanê[çavkanî pêwîst e].

Wekî ji peyvê jî kivşe ye, "jiberbirin" e ne "jiberçûn" e. Zarokjiberçûn bêî vîna mirov e. Lê li vir mirov bi vînê tevdigere. Li gelek civakan bi çaveke baş û erênî li zarokjiberbirinê yan kûretajê nayê nêrîn. Li civakên wiha maf û wekheviya jinan jî kêm in. Dîsa li hin welatan kûretaj ji ber sedemên olî hwd qedexe ye û bi dizî tê kirin[çavkanî pêwîst e].

Li Kurdistanê, bi taybetî li Kurdistana neazad, ango parçeyên li derê Başûrê Kurdistanê dimînin yasayên dagirkeriyê serdest in. Li Bakurê welêt neqedexe lê karekê nelirê tê dîtin. Li Rojhilata Kurdistanê ango Kurdistana Îranê û ya Sûrî bi dizî tên kirin, qedexe ye[çavkanî pêwîst e].

Dîroka kûretajê gelek kevn e. Bijîşk di hin rewşên awarte de ji ber sedemên tenduristiya dê yan jîçekê (embriyo) biryara yan pêşniyaza kûretajê didin. Herî dereng hefteya 16'an a bicanîmayinê dikare were kirin[çavkanî pêwîst e]. ---

Ji berkirina zarokan, dema ku jinek bi haml bû û ku nexwest ku ew zaroya ku di zikê wê de bû ku bêne dunyê, hingî wê ji ber xwe dike. Di kurdî de jê re tê gotin "ji kirina zarokê" û ankû "ji ber girtina zarokê" ya. Bo ji berkirina zarokê, heta roja me jî, li her welatê dunyê, nîqaş hena. Weke mijaraka felsefîkî jî hatîya dîtin û fîlosofan li ser hizrên xwe hanîna ser ziman.


Nîqaşên zarok ji berkirinê[biguherîne]

Bi teybetî di dema ku fîlosofan hizrên xwe de hanîna ser ziman jî, di çerçovaya du mijaran de hanîna ser ziman. Mijara pêşî weke mijare "mafê jîyanê" hatîya ser ziman. Yê ku di zikê dayikê bû, li çend ku hê "cênî" û ankû "fostor" bê jî, li ser nîqaş hatina kirin. Piştre jî, weke mijara duyemin, ji aliyê rewîst û ankû ahlaqê ve li ser nîqaş hatina meşandin. Di vê çerçovaya mijara duyemin de, di ancama nîqaşên ku bûna de, di destûrên welatan de zagonên ji zarok ji bergirtin û ên maf ne dayîna ji ber girtinê hatina bicih kirin. Minaq, weke mijareka ku bi vê destûran re tê kifşkirin ku ew a ku zarok di zik de çend hefteyî ya. Ku zaro derketibê ser hefteya 16´an re êdî tu nayê hildan. Li hin welatna ev 16 hefta weke 12 hefteyan hatîya bicih kirin. Minaq di destûra Norwêcê de, heta hefteya 12´min mafê zarok ji bergirtinê heya. Ku derket ser hefteya 12´an re, êdî ew weke şûcekî tê dîtin.

Weke mijareka civakên hemdem, ku ji aliyê ahlaqî û mafê jîyanê ve hatîya kirin. Di roja me de jî, ji aliyê akadamikî ve hê jî, ev nîqaş tê kirin. Heta roja me jî, di nava hizrên ku di vî warî de tên ser ziman, di nava wan de yekbûn ne afirîya.

Ji aliyê exlaqî ve[biguherîne]

Ji aliyê ahlaqî ve, li ser ji ber girtina zarokê, pirr danûstandin di nava rewşenbîr, fîlosof û hwd, hemû dordorên akadamikî de dibêt. Bi vê yekê, li ser vê mijarê, di demên berê de jî. hizir hatina ser ziman. Bi teybetî, ji aliyê olî ve çawa tê dîtin. Ev pirs, weke pirseka pirr giring ya ku van niqaşan ji binî ve dide kifşkirin a. Di nava nêzîkatîya ahlaq û mafê jîyanê de hertimî ev nîqaş çûna û hatina. Di gelek mijaran de ev herdû mijar bi hevdû re ketina nava nakokîyê de jî. ..

Ji aliyê mafê jiyanê ve[biguherîne]

Ji aliyê mafê jîyanê ve, dema ku nîqaş dibin, bi teybetî, lê tê nerîn ku ka zaroka ku bûya ku hê ´fostor´ a, di wê de jîyan heya û ankû nîn a. Ev weke sedemeka ku di vê temenê de lê tê lêgerîn a. Sedema sûyemin jî, ew a ku dema ku ew zaro hat hildan ku mafê wî zaroyî yê jîyanê ji destê wî tê girtin a. Di temenê "ku ti kesek nikarê mafê ti kesekî ê jîyanê ji destê wî bigrê" de nêzîkatî tê kirin û li vir êdî temenê nîqaşkirin û gengêşîyê diafirê.

Gelek komelên jinan ên feminîst ava bûna û hertimî di temenê parastina mafê jinê de nêzîk bûna. Wan jî gotîya ku "bila jin bixwe wê biryarê bide. Mafê wê ya. Mafê wê yê ku biryarê li ser laşê xwe bide heya."

Bi teybetî, ev mijar, hinekî jî bi têgihiştina zayendî û pêşketina wê ve girêdayî jî hin bi hin di nava civakê de bêhtirî êdî tê nîqaş kirin. Mafê jinan di destûrê de li gorî xwestekên wan bicih kirina wê, weke mijareka din ya ku bi mijarê ve girêdayî tê nîqaş kirin. Yanî di temenê maf de lê tê nerîn û nîqaş kirin.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]