Zimanê ketelanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanê katalanî hat beralîkirin)
Ketelanî
català
Welatên lê tê axaftin Spanya, Fransa, Andorra û Îtalya
Herêm Andorra, Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya, Roussillon (Rosselló), Aragon, Mursiya, Sardînya
Axiverên zimanê zikmakî nêzîkî 9,5 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Andorra; Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya li Spanyayê
Sazkerên zimên Enstîtuya Lêkolînên Ketelanî, Akademiya Valensî ya Zimanî
Kodên zimanî
ISO 639-1 ca
ISO 639-2 cat
ISO 639-3 cat

Ketelanî (bi ketelanî: català [kətəˈla]), zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9,5 milyon kes ve li Ketelonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê ketelanî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillonê (bi ketelanî: Rosselló), li rojhilata Aragonê û li bajarê Alghero (bi ketelanî: l'Alguer) jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala 15an û vê de ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye û zaravayên xwe yên taybet hene.

Li hember spanî a ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelonî daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina dîktator Franco re hat cih. Parlamena spanî di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona Ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi ketelanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).

Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e, yê ku li Barselona , li Girona, li giravên Balear û li Roussillon tê axaftin. Yê duyem jî keteloniya rojava ye, yê ku li bakur rojava, li Lleida û Valensiya tê axaftin.

Rewşa îroyîn a zimanê ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku rewşa zimanê ketelonî wesa ye (2007):

Ketelonya (bi ketelanî: Catalunya)
  • 7.134.797 akincî, 84,7% pê diaxive, 97,4% ketelanî fehm dike
Herêma Valensî (bi ketelanî: Comunitat Valenciana) an Welatê Valensî (bi ketelanî: País Valencià):
  • 4.806.908 akincî, 53% pê dipeyive, 75,9% ketelanî (valensî) têdigehê
Giravên Balear (bi ketelanî: Illes Balears):
  • 1.001.62 akincî, 74,6% pê xeber dide, 93,1% ketelanî fehm dike
Ketelonyaya Bakur (bi ketelanî: Catalunya del Nord), ango li Roussillonê:
  • 422.297 akincî, 37,1% pê dixive, 65,3% ketelanî têdigehê
Andorra (li vî welatê pîrenêyî jî zimanê ketelanî fermî ye):
  • 78.549 akincî, 78,9% pê dipeyive, 96% fehm dike
Zimanê ketelanî li Ewropayê
Navçeya rojhilatî ya Aragonê (Franja del Ponent):
  • 45.357 akincî, 88,8% pê deng dikin, 98,5% ketelanî têdigehê
Bajarê L'AlguerSardînyayê:
  • 40.257 akincî, 61,3% pê diaxive, 90,1% fehm dike.
Zaravayên ketelanî: ziman û sînorên siyasî yên dewletên Spanî û Fransî

Zaravayên ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ketelaniya rojhilatî (bi ketelanî: dialecte oriental)
    • zaravayê rûsilyonî an yê bakurî (li navçeya Roussillon a Fransayê)
    • zaravayên navendî
      • zaravayê transisyonê
      • zaravayê salat
      • zaravê tarragonayî
    • zaravayên balearî (yên giravên Balear)
      • zaravayê malyorkayî
      • zaravayê menorkayî
      • zaravayên eivissayî û formenterayî
    • zaravayê algerî (yê bajarê L'Alguer li Sardînyayê)
  • Ketelaniya rojavayî (bi ketelanî: dialecte occidental)
    • zaravayên bakur-rojavayî
      • zaravayê palyarsî
      • zaravayê rîbagorzayî
      • zaravayê tortosayî
    • zaravayên valensiyayî
      • zaravayê valensiyayî-bakurî
      • zaravayê valensiyayî-navendî (yê apitxat)
      • zaravayê valensiyayî-başûrî
        • zaravayê malyorkayî li Valensiyayê

Çend hevokên bi ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdî Zimanê ketelanî
Rojbaş! Hola, bon dia!
Tu çawan î? Com estàs?
Ez baş im, spas, tu çawan î? Estic bé, gràcies, i tu com estàs?
Tu ji kûderê yî? D'on ets?
Ez ji Kurdistanê me, ez kurd im. Soc del Kurdistan, soc kurd (nêr), soc kurda (mê).
Tu bi ketelanî/bi kurdî dizanî? Parles català? Parles kurd?
Hindik. Una mica.
Bi xatirê te! Adeu!
Em ê hev bibînin! A reveure!
Êvarbaş! Bona tarda!
Şevbaş! Bona nit!

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

COM ensenyar català als adults. Mapes per a l'estudi de la llengua catalana, 6 (1989). Departament de Cultura, Barcelona.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]