Zimanî tacîkî
|
|
Ev gotar bi zaravayê kurdiya navendî (soranî) hatiye nivîsandin. Ji bo malpera soranî, binêre: Wîkîpediya Kurdiyî navendî (soranî). Ji bo lîsteya gotarên bi soranî-latînî jî binêre Gotara bi kurdiya navendî. |
Zimanî tacîkî (be tacîkî: Забони тоҷикӣ) zimanêke ke tacîkekan qsey pêdeken û zimanî resmiy willatî tacîkistane.[1]
Naverok |
Elfubê[biguherîne]
-
Gotara bingehîn: Elfubêy tacîkî
Bo nûsînî zimanî tacîkî le Elfubêy kîrîlî kellk werdegîrê.
Hellsengandin legell zimanî farsî[biguherîne]
Egerçî zimanî tacîkî û zimanî farsî her dûkyan drêjey zimanî farsiy derîn bellam zimanî tacîkî hendêk taybetmendiy terxankrawî xoy heye ke debête hoy cyabûnewey le zimanî farsî; lewane:
Bizwênekan[2][biguherîne]
- Zimanî farsî derî 8 bizwênî hebuwe (a, i, u, û, ā, ī, ū, ē, ō) bellam êsta zimanî tacîkî û farsî 6 bizwênyan heye; tacîkî (a, i, u, o ,e, ů) û farsî (a, e, o, â, i, û).
- Le zimanî farsî da dû bizwênî ē û ōy farsî derî (yêy mechûl û wawî mechûl) bûnete dû bizwênî drêjî ī û ū bellam be pêçewaney zimanî farsî le zimanî tacîkî da dû bizwênî drêjî ī û ū bûnete dû bizwênî kurtî i, u.
- Le zimanî tacîkîda bizwêne kurtekan (a, i, u) wekû xoyan mawnetewe bellam le zimanî farsî da bûnete (a, e, o).
- ây zimanî farsî ke le āy zimanî farsî derî kewtuwetewe le zimanî tacîkî da buwete o.
Nebziwênekan (kipekan)[biguherîne]
Le zimanî farsî da cyawazîyek le nêwan dû pîtî "x" û "q"" niye û em dû pîte wekû yek godekrên bellam le zimanî tacîkîda em dû pîte legell yek cyawazn û derbrrînî taybetî xoyan heye.
Wişekan[2][biguherîne]
Leber ewey ke zimanî tacîkî le şwênk qsey pêkrawe ke be zimane êraniye rojhellatîyekan û zimane turkiyekanî asyay nawendî nizîk buwe, kewtuwete jêr karîgeriy em zimanane; her boye le zimanî tacîkîda wişey wa heye ke le zimanî farsîda niye yan zor kem be karî dehênin, lewane: kûrşebperek, fûtbalbaz, çaycûş, pananc, neẍz, kelan}} û ... .
Wişegelêkî zorîş le zimanî rûsî wergîrawe ke buwete hoy pitewbûnî wişekanî tacîkî le bwarekanî zansit, komellayetî, çand û ... .
Perawêz[biguherîne]
- ↑ Yasay binerretiy tacîkistan
- ↑ a b ارانسکی، زبانهای ایرانی
Serçawekan[biguherîne]
- ارانسکی، یوسیف. زبانهای ایرانی، چاپ دوم. تهران: چاپخانۀ توکلی، ١٣٨٦، صص ٢٩، ١١١، ١١٢ و ١١٣ ISBN 964-6961-24-X
- Wîkîpîdyay farsî
Bester bo derewe[biguherîne]
| Wîkîpediya bi tacîkî. |