Çûng

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çûng, pêmirîşk, adirge
Ranunculus repens
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Ranunculales
Famîle: Ranunculaceae
Cins: Ranunculus
L.

Çûng, pêmirîşk, adirge (navê zanistî yê latînî: Ranunculus) kulîlkek e. Ji famîleya adirgeyan (Ranunculaceae) ye ku ew jî di Koma adirge, zerîşk û gulebûkiyan (Ranunculales) de cih digire.

Li cihên avî heşîn dibin. Bo ajalên malê ne baş in lewra heger pirr bixwin, devên wan birîn dibin heya bigire nexweş jî dikevin. Lê heger ev giya bê hişkkirin bêziyan e. Li hinekan nayê, çermê wan dixwirîne, dike birîn.

Bi qasî 15-20 cm bilind dibin. Hin cureyên wan di nava avê de aj didin, heşîn dibin. Ji 600'î zêdetir cureyên wê hene. Mirov dikare bêje li ji xeynî cihên pirr sar û pirr germ, li her derê aj dide. Li Kurdistanê çend ji cureyên wê hene nayê zanîn.