Çafa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çafa, (bi erebî: الكھفة‎, lat. al-Kahfa), gundekî teqrîba heft kîlometer ji bajarê Serêkaniyê dûr e, rûniştvanên vî gundî tev kurdên êzîdî ne. Piştî erebkirinê û kembera erebî hinek malên ereban li Çafa ji aliyê rejîmê Asad ve hatine bicihkirin.