Çandîbûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Thear formên bingehîn ên qirkirinê: 1- Veqetandin, 2- Yekbûn, 3- Asîmîlasyon, 4- Marjînalkirin

Çandîbûn (an jî Akulturasyon) qesd pêvajoya ku ferdek têde helwest, bawerî, kirin an jî tevgerên bi çanda serdest re lihev adapte dike an jî digire ye. Di serî de civaknasî û psîkolojiyê di zanistên civakî de ev têgîn tê bikaranîn. Têgîna çandîbûn weke bi hev re herikîna rîtuwal û kirinên gelêrî, tercîhên xwarin û aktîvîteyan, kompozîsyona etnîk ya navkesî ya kesekî, nirx, nasnameya tê hîskirin û guherbarên rewşa koçberiyê (weke mînak, cihê ji dayikbûnê, rewşa nifş di nava civaka mêvandar, dirêjiya dema mayîna welatê mêvandar), û pêwîstiyan (huner û zext) pêk hatiye.