Çarşema Sor li nav kurdên Xorasanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çarşema Sor yêk ji cejn û ayînên Îranî ye ku li nav kurdên Xorasanê jî pir birêz û hurmet e. Di bîngava sêşema dawî ya her salî da bi coşekî mezin tê lidarxistin û pîroz kirin.

Resm û ayînên Çarşema Sor li Xorasanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ar vêxistin Bîngav ku dibe û tarî dadigere, êzingan tînin û arekî mezin vêdixin, li dora êr disekinin û her kes ji ser êr da bazdide. Kesên ku ji ser êr bazdidin gotineka haka jî dibêjin

Çelle çû bihar hat

Dene dene nar hat

Derd û belê me birrijin

Mar û mişk bi me negirin

Keçik û jin vîya jî dibêjin : ” gulîyên min dirêj bibin”

Guhdarîkirina li ber deriyê malan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek ji cayîl û cewanan ku wexta zewaca wane di dilê xwe da nîyetekê dikin û terin ber derîyê malekê disekinin û guhdarî dikin ka bibînin ku di hundurê malê da ji çi da gep û gotin dikin, eger gep û gotinên ku ew dibêhze li gor dilê wî /wê be nîyeta wî/wê raste û ew ê bigêhje miraza û miyê dilê xwe(miyê wî / wê hasil dibe)

Dirêjkirina Werisê ji kuna puxurîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek cayîl û cewan jî terin ser xanîyan û ji kuna puxurîkê werisek ku destmalek jî li serê wê girê dane dirêjî nav xênê dikin, vêca xwedîmal jî xelatekî li gor rewş û halê xwe dike nav destmalê û hînga ew werisa xwe dikişîne jor, bêyê ku xwedîmal mêvanê ser banê nas bike !

Gêrmiya heftreng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şîva şeva Çarşema Sor her tişt ku be lê gêrmiya heftreng jî li kêlegê heye. Pêş ku gêrmîyê berdine feran, morîyeke qiçik davêjine nav biroşê. Wexta ku gêrmî tê ser sifrê û fera tên ber endamên malê morî di fera her kesî da derkeve, pêra dibêjin : îsal sala wî/wê ye !

Hinge jê dixwazin ku sa hemû endamên malbatê ra dua bike ![1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ nivîskar Mehdî Ceferzadeh (deregez )