Çerxa Şoreşê (marş)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çerxa Şoreşê, sirudeke şoreşa Kurdistanê ye, ku bi navê "Marşa Gerîla" jî naskirî ye. Gotinên stranê ji aliyê Xelîl Xemgîn ve tên nivîsandin û stran/marş cara ewil ji hêla wî tê gotin.[1]

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îro çerxa şoreşê fireh digerîne

Li qadên cîhanê deng dilerzîne

Destarê proleter hûr diherîne

Kedxwarî û nûkeran ji qada hiltîne

Tovê jiyanê reşandin, li qadan şîn didan

Simbila şax didan bi dengê partizan

Pelên bayê herîkandin ji nav dilê çiyan

Rabun ser piyan jîn dan Kurdistan

Ji nav dîwarê zindana heya serê çiyan

Hildan alên sor berxwedan jiyan

Rê ronahî rêbertê da xwîna şehîdan

Rêberê me ye Partiya Karkeran

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Çerxa Şoreşê hîna digere!". Yeni Özgür Politika (bi tirkî). 31 çiriya pêşîn 2018. Ji orîjînalê di 23 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2020.