Êlasko

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êlasko(navê wê bi Tirkî; Temel Köy)girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Ev gund 30 km li alî yê Rojava ye Dêrikê dikeve. Ji gundê Koderê çar bira û pismamekî(Evdo, Salo, Ebas, Kemal û pismamê wan Sîno) wan bi hevre hatine Êlasko û ev gund bi hevre avakirine. Li derûdorê wî gundî li Bakurê wî gundê Silamet, li Rojhilat Karsan û Bizmaro, li Rojava Xirbêreş û li alî yê Başur jî gundê Kundir hene.

Êlasko havînên pir germe, ji ber ku derûdora wî tev kevirê reş e. Di nav gund de du golê avê hene ev gol havînê diçike û ji bo heywanên gund pirsgirêka avê dertê. Ji bo vê pirsgirêkê malên gund hemu ya ji xwe re li sondaşa xistine.

Perwedehîye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwendevanên gund bi servîsê diçin gundê Misûrî yê û dibistana serîta û a dibistana navîn li wir dixwînin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Êlasko aborî ya xwe bi xwedîkirina heywana û çotkarî yê didomînin.