Îşkok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îşkok (polygonum) komekê riwekan ji famîleya polygonaceae ye. Di hin devokan de îşkik, îşkîşk jî dibêjin. Li Kurdistanê di warê bijîşkiya gelêrî de tê bikaranîn. Carekê bê ajotin, çend salan li ser koka xwe digihê. Li ser qemçikekê yek an gelek gupik vedidin.

Li ser 3 rehan nêzîkî 300 cureyên wê digihên, lê florîstên nûjen niha hejmarê wekî 65 didin, ên din wekî hev dibinîn. Hin ji cureyên wê ev in:

  • Polygonum argyrocoleon Steud. ex Kunze
  • Polygonum aviculare L.
  • Polygonum equisetiforme Sm.
  • Polygonum erectum L.
  • Polygonum hickmanii H. R. Hinds & Rand. Morgan
  • Polygonum idaeum Hayek
  • Polygonum oxyspermum C.A.Mey. & Bunge ex Ledeb
  • Polygonum polygaloides Meisn.:
  • Polygonum polygaloides subsp. kelloggii (Greene) J. C. Hickman
  • Polygonum polygaloides subsp. polygaloides
  • Polygonum ramosissimum Michx.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vê riwekê li ber tavê hişk dikin, dipişirînin. Li dijî ragirtinên riya mîzê, kanalên gurçikê bikartînin. Di nava xwarinê de didan zarokan jî. Lê têkela wê çawa bû niha kêm kes dizanin.