Îrade

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îrade, hêza ku lebatan li gorî daxwaz û mebestan dinirxîne û li ser kirin û nekirinê biryarê dide.Di ol û felsefeyê de ciyekî grîng digre.

îradevantî: Bîrdoziyên ku îradê sedemê hebûnê dibînin. Ji Stoavanan heyta îro ji aliyê gelek kesan ve bi gelek haweyan hatiye parastin. Li gora Stoavantîyê xweza îradeya gerdûnî ye û tiştê/a ku bi vê yekê re lihevhatî ye rast û baş e.

Ji aliyê Fîlozofên Elman Schopenhauer û Nîetzsche ve jî hatiye parastin.

Li gorî Schopenhauer, her bûyer berhema îradeyekê ye. Heger ez hebim, ev, ji ber xwestina min ya hebûnê ye. Dranên girs berhemên daxwaza perçekirinê; lingên çalak berhemên daxwaza revê; Nikulên drêj berhemên daxwaza xwarina xwêrkêşan e.

îradevantî li hemberî mekanîzmê ye. Di mekanîzmê de mirov li gorî divêtiyan dilebite, lê di îradevantiyê de azad tevdigere. Ango li gorî mekanîzmê merc çibin mirov ew e; li gorî îradevantiyê mirov çi bixwaze ew e.